Rastnivîsîna Kurdî (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Rastnivîsîna kurdî pirtûka Nîzamettîn Akkurt e ku ji aliyê Navenda pedagojiyê ya kurdî (Kurdiska pedagogiska centrum) li Stockholmê di sala 2013an de derketiye. Pirtûk ji xebateke lêkolînî pek hatiye sereke taybetmendiyên hêmanên zimanê kurdî weke peyv, navdar, cînav, rengdêr, hoker, lêker û hwd. di naveroka xwe de hewandiye. Taybetmendiya cuda ya vê pirtûkê ku ji pirtûkên rêziman ên heyî vediqete ew e ku, ne tenê li ser rêziman rawestiyaye her wiha bi awayekî lêkolînî hêmanên sereke weke peyv, navdar, cînav, rengdêr, hoker, lêker û hwd. ji gelek aliyan ve hildaye dest û weke encameke payebend raxistiye holê. Ev desthildan û lêkolîna ku pirtûkê daye ber xwe di bin pênc qategoriyan de hatiye dabeşkirin. Bi vê wateyê hemû hêmanên sereke yên zimanê kurdî di bin navên qategoriyên weke ji aliyê wateyê ve, ji aliyê peyvsaziyê ve, ji aliyê peywirê ve, ji aliyê binkeyê ve û her wiha ji aliyê zayend/mêjerê ve hatine vekolandin. Xaleke dî ya girîng ew e ku mijarên weke tewang, awayên veqetandekan, awayên qedînekan, hemû awayên deman û sereke hêmanên hevokê bi zelalî hatine ravekirin. Hêjayê gotinê ye ku mijarên tewang, veqetandek û awayên qedînekan li ber pêdiviya lêkolînê ne û ve pirtûkê bi lêkolîna xwe ve gaveke girîng avêtiyê di vê pêngavê de.