Reklam

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Reklameke kevn 1890

Dalberîn, reklam beşeke girîng a danasîn, hilberîn û sermayeyê ye.

Peyva dalberîn a kurdî dibe ku ji da+hilberîn=dalberîn hatibe. Ango ya ku daye, dide hilberîn, a ku hilberînê-prodûksiyonê zêdê dike ye. Di serdema nû de bêî reklam karsaz nikarin malê xwe bifiroşin lewra kapîtal êdî tixûban nasnake û ji yek cureyê bi hezaran hilberîn ne.

Dalberîn bi rêbazên afirandêr bandor li daxwaza kirînê ya kiryar kirin e. Wekî tê zanîn di bazarê de dengeya daxwaz û pêşberîkirinê heye. Heger pêşberîkirin zêde lê daxwaz kêm be, karsaz mecbûr dimînin ku berdêla hilberînê erzan bikin. Berevajiya wê jî rast e.

Reklam bi riyên ku bandora xwe bi erzanî û bihêz li kiryar dikin tê kirin. Erzan, lewra reklam jî bi dirav, berdêl tê kirin.

Hêza dalberînê mezin e[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Daxwaza me ya kirînê nebe jî em dikirin, lewra reklam bandoreke mezin li daxwazên me dike
  • Reklam ji jiyana rojane heya estetîkê mirovan diguherînê
  • Dewlet jî bi awayekê reklama xwe dikin. Em hemî dizanin DYE xurt e, herçendî wekî Wîetnam di gelek şerî de têkçûbe jî. Dîsa dewlet reklama çek û diplomasiya xwe dikin.
  • Têkiliya reklam û şerê psîkolojîk mezin e
  • Bi navê kognîtîv Psîkolojî beşekê nû yê psîkolojiyê heye û pirranî ji bo fîrmayan û li ser reklamê dixebite. Dakû bikaribin bêhtir vîna mirovan bixin destên fîrmayan, bandorê li daxwazên wan bikin

Hin alav û rêbazên reklamê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Kovar, rojname
  • Televîzyon, radyo û înternet
  • Outdoor (li derveyî derî) ango panoyên kolanan
  • Sînema
  • Rêbazên afirandêr

Li Kurdistanê fîrmayên reklamê di destên Tirk, Ereb û Farisan de ne. Kurd bo firotin û danasîna hilberînên xwe karê reklamê bi destê biyanan dikin. Li Kurdistana Azad jî rewş her wiha ye. Kêm be jî di TV yên Kurdan de cih ji reklaman re tê veqetandin daku TV hinde aboriya xwe birêvebibe.