Rengîne

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Rengîne, îrîs (bi îngilîzî: iris) xeleka rengîn a di aliyê pêşîya çavê mirov de.

Di zimanê yewnanî de ji boy keskesorê (bi îngilîzî: rainbow) peyva iris tê bikaranîn[1]. Rengîne firehiya bibikê rêk dixe. Bi vî awayê mêjera ronahiya dikeve nava çav kontrol dike[2]. Her wisa çavên mirov jî rengên xwe ji rengê rengîneyê digire.

Rengîneya çavê mirov bi gelemperî bi rengên şîn, kesk, qehweyî ye. Xeleka reş a di naverasta rengîneyê bîbik e.

Pêkhate[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rengîne beşek ji çîna koroîd a çav e[3], ji beşa tenê kûlkdar(bi ingilîzî: ciliary body) direj dibe. Li pêşîya rengîneyê de korniye heye, li paşiya rengîneyê de hawêne heye[4].

Rengîne beşa pêşî ya çavê, dabeşê du beşên biçûktir dike, odeya pêşî û odeya paşî. Odeya pêşî di navbera rengîne û korniye, oda paşî jî di navbera rengîne û hawêneyê de cih digire[5]. Herdu ode jî bi şileya avî (bi latînî: aqueous humor) tijî ne[6]. Şileya avî ji aliyê tenê kûlkdar ve tê berhemkirin û derdan. Rengîne ji du çînên lûsemasûlke û xaneyên pîgment pêk tê.

Rengê çav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xaneyên pîgment madeyek bi navê melanîn lixwe digirin. Melanîn reng dide xaneyên pîgmentê, rengîne jî rengê xwe ji van xaneyan digire. Ango rengê çavê mirov, li gor hebûn an jî nebûna melanîn an jî li gor rêjeya xestiya melanîna nav xaneyên pîgment diyar dibe. Mêjera melanîna xaneyên çavê mirov, li gor zanyariya genetîk (bomaweyî) diyar dibe. Xestiya pîgmenta di çavên qehweyî ji ya çavên şîn zêdetir e. Xaneyên çavên reş herî zêde pîgmenta melanîn lixwe digirin[2]. Herwisa rengîneyên mirovên bi nexweşiya albîno, an tu pîgment lixwe nagirin, an jî xaneyên pîgment pir hindik melanîn berhem dikin. Rengîneyên van kesan ne bi rengê asayî ye, ji ber kêmasiya melanînê lûleyên xwînê reng didin rengîneyê, loma çavê kesên bi nexweşiya albîno piçek pembeyî ye[2].

Kontrola bîbikê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Firebûn û tengbûna bîbikê ji aliyê masûlkeyên rengîneyê ve tê kontrolkirin.

Di naverasta rengîneyê de kunek, bi rengê reş heye, navê wê bîbik e. Bîbik ji boy tîrojên ronahiyê derîçe ye. Ronahî bi rêya bîbikê dikeve nav çav. Bîbik di ronahiya zêde de teng dibe, ronahiya kêm de fire dibe. Firebûn û tengbûna bîbikê bi alîkariya masûlkeyên lûs, bi awayekî xwenewîst rû dide. Du cor rîşalemasûlke ji boy guhertina firehiya bîbikê kar dikin. Masûlkeyên bazneyî û masûlkeyên tîrojî (bi îngilîzî: radial muscle). Masûlkeyên bazneyî masûlkeyên guşer in (bi îngilîzî: sphincter muscle), masûlkeyên tîrojî jî masûlkeyên veker in (bi îngilîzî: dilator muscle)[5]. Bîbika çav bi girjbûna masûlkeyen bazneyî teng dibe, bi girjbûna masûlkeyên tîrojî jî fire dibe[2]. Guherina ronahiya hawirdorê bandor li ser girjbûn û xavbûna masûlkeyan dike. Heke li hawirdorê ronahî zêde bibe, wê gavê masûlkeyên bazneyî girj dibin, bi vî awayê tîreya bîbikê kêm dibe. Bi tengbûna kuna bîbikê, kêmtir ronahî derbazî nav çav dibe, çîna tore ya çav ji egera ziyana tîrojên ronahiya zêde, tê parastin. Na, heke ronahiya hawirdorê kêm bibe, îcar masûlkeyên bazneyî xav dibin masûlkeyên tîrojî girj dibin. Bi wî awayî bîbik fire dibe, bi têra xwe ronahî dikeve hundirê çav. Çalakiya masûlkeyên rengîneyê ji aliyê demarekoendama xweyî ve tê kontrolkirin. Beşa sîmpasawî ya demarekoendama xweyî ji boy girjbûna masûlkeyên tîrojî demareragihandin dişîne rengineyê, bîbika çav fire dibe. Beşa parasîmpasawî jî ji boy girjbûna masûlkeyên bazneyî sinyal dişîne rengîneyê bi vî awayî tengbûna bîbika çav rû dide[1].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  2. ^ a b c d Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  3. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  4. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  5. ^ a b Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  6. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).