Rengîn Kardelen
Xuyakirin
(Ji Rengin Kardelen hat beralîkirin)
Rengîn Kardelen, nivîskareke kurd e ku di 1974an de li Sûra Amedê hatiye dinyayê[1].
Nivîskarê dibistana seretayî, navîn û ya lîse li Amedê xwendiye. Jiyana wê ya rojnamegeriyê bi xebata li rojnameya Gündemê li bajarê Êlihê dest pê kir.[2]
Demekê ji bo kovara heftane ya Kovar Gerçek nivîsî. Li rojnameyên Ronahî û Hêvî xebitî. Ji bo kovara Evrensel Kultur û ji bo kovara çand û hunerê ya Tavirê jî nivîsî. Para xwe ji êrişên li ser çapemeniya azad girt.[3] Bi giştî jê re 100 sal cezayê girtîgehê hate xwestin. Neçar ma derkeve derveyî welat û li yekemîn televîzyona asîmanî ya Kurdistanê li MedTV têkoşîna xwe ya rojnamegeriyê berdewam kir.
Rengîn Kardelen hêjî li Ewropayê û li welatê Belçîkayê dijî.
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- XaşXaş (2017), Sîtav Wan, ISBN 978-605-66776-7-0
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |