Rişteya bi sosa merzekewê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Rişteya bi sosa merzekewê, êrişteya bi çênca rihanê navê xwarineke ji pêjgeha kurd e. Ji merzekewê re rihan jî tê gotin. Rişteyê re êrişte jî dibêjin ku ev ji peyva kurdî hevîrrişteyê tê. Ango hevîrê hatiye riştekirin.

Kurd ji rişteyê gelek xwarin, şîraniyan çêdikin. Niha pirranî rişteyên nûjen ên di fabrîkan de hatine hilberîn, tên bikaranîn. Rişteyên nûjen rengîn in, siyale, penîr, kuvark, zebze ûêd gelek tişt tevlî ne.

Berkelî (bo çar kesan)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Rişte bo 4 kesan (a malê yan a tê firotin)
  • 1 kevçî sosa (çênc) merzekewê (rihan, firincemişk)
  • 1 dendik sîra kutayî
  • 1 fringî (bacanê sor, tomatos) (hurkirî, amade)
  • 1 kevçî sosa gravy (korî-sos jî dibêjin ku ji tehma goştê mirîşkê ye û gelek tiştên din tê de hene)
  • Bi kêfa xwe biharbêhnên (biharat) îsotê û xwê
  • 100 gr pîvaza hûrkirî (bila gelek hûrik be)
  • 2 kevçî krema
  • 50-50 gr rûnê nivîşkî

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rişteya xwe wekî meqarneyê bixaşînin, dema sar bû, melzemeyên xwe yên amadekirî tevlî bikin û sosa xwe pê werbikin, servîs bikin.

Lê heger sosa we nîne û divê hûn bi xwe amade bikin, divê hinekê bi aram bin û dest bi çêkirina sosa xwe bikin.

Ji sosê re di pêjgeha kurd de herwiha çênc jî tê gotin ku ev bêje jî koka xwe ji bêjeya "çêj" digire, ango tehm.

Binêrin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]