Ridwanê Alî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ridwanê Alî (jdb. 1959a li Cizîrê) çîroknivîsekî kurd e.

Ridwanê Alî di sala 1959an de li Cizîra binxetê hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Şamê sê salan besê hiqûqê dixwîne, ji 1977an heta 1983an li Moskowayê Fakulta rojnamevaniyê dixwîne û ji 1987an û vir ve li Fransayê dijî. Ji kar û xebatên Ridwanê Alî yên berbiçav yek e ku kitêba Zinar Silopî (Qedrî Cemîl Pasa) »Fî sebîl Kurdistan« ji zimanê rûsî wergerandiye erebî û bi navê Tilûrê Bêgane kitêbek ji kurteçîrokên xwe dane çapê. Tilûrê Bêgane di sala 1991ê de di nav weşanên Welat de belav bûye.