Riley Steele

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Riley Steele
Jidayikbûn
Brittni Anne Palmer

26ê tebaxa 1987an(1987-08-26) (36 salî)
EsilAmerîkî
PîşePornostêrk
Salên çalak2005-roja me
HevjînAndrea Diprè (2015–2018)
biguhêreBelge

Riley Steele (jdb. 26ê tebaxa 1987 bi navê rastî Brittni Anne Palmer li San Diego,Kalîforniya,DYA) pornostêrkeke amerîkî ye ku ji îlona 2013ê ve ji bo Axel Braun Productions dixebite. Ji salên 2008 heta 2013an ew ji bo stûdyoya porno ya amerîkî Digital Playground xebitî.

Jiyana wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Riley Steele (kesê çarem ji çepê), ligel beşdarên din li Xelatên AVN 2010

Riley Steele li Escondidoyê mezin bû.Beriya kariyera xwe ya wekî pornostêrk, ew wekî berkar li firoşgehek bercoviyê û li Starbucksê xebitî. Pornostêrk Jesse Jane, ku Steele di dema îmzekirina wêneyan de ji bo fîlma Pirates nas kir, ew anî nav karsaziya pornoyê. Ew di wê demê de bi 19-salî ve berê di berdewamiya Pirates II: Stagnetti’s Revenge de rol lîst. Ew berê di sala 2008an de di fîlma Nurses de leystibû.

Di sala 2009an de, ew di fîlma Fly Girls de xwe bi xwe lîst. Rêzeyeke fîlmên piçûk yên pornoyê jî derbarê wê de hatine afirandin. Di 20ê tebaxa 2010ê de, fîlma tirsnak Piranha 3D li sînemayên amerîkî derket. Li vir ew rola Crystal Shepard dilîze û bi vê fîlimê re rola xwe ya yekem li derveyî karsaziya pornoyê dilîze. Di sala 2015an de, wê rola sereke ya Barbarella di tiraneya pornoyê Barbarella: An Axel Braun Parody de lîst.Di sala 2011an de, ew yek ji pêşkêşkerên Xelatên AVN ya sala 2011ê bû.

Riley Steele li ser bergê albûma koma Danko Jones ya sala 2010an a Below the Belt tê dîtin.

Fîlmnîgarî (bijartî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Riley Steele (2012)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]