Risteya mercî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Risteya mercî, risteya merc û daxwazê, raweya merc û daxwazê, raweyeke rêzimanî ya zimanê kurdî ye.

Risteya mercî di behdînî de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Risteya mercî di behdînî de ew corê ristê ye ku ji du beşan pêk têt; layekî di bêjinê karê merc û layê dî jî welamî merc. Ji sê coran pêk têt:

  1. Risteya mercî (1)
  2. Risteya mercî (2)
  3. Risteya mercî (3)

Risteya mercî (1)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Corê êkê behsê wî tiştî dike yê ku di şiyan de ye çê bibe.

  • Rêsa: Heke + neboriyê sade (biker + lêker ), ayindeyê sade (biker + dê + lêker). (erê, pozîtîv)
    • Mînak: Heke ez bihême xelat kirin, babê min dê gelek keyf xweş bît.
  • Rêsa: Heke + biker + ne + lêker , biker + na + lêker . (nerê, negatîf)
    • Mînak: Heke ez ne hême xelat kirin, babê min keyf xweş nabît.

Risteya mercî (2)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Corê duyê derbareyî rewşên amadekirî yan hizirkirî ye.

  • Rêsa: Heke + boriyê sade (Biker + lêker), boriyê mercî (da + lêker). (erê, pozîtîv)
    • Mînak: Heke ez girtbam, da min zîndan ken.
  • Rêsa: Heke + biker + ne + lêker (dema borî), biker + ne + lêker (borî 'mercî'). (nerê, negatîf)
    • Mînak: Heke ez ne girtbam, ez zîndan nedikirim.

Risteya mercî (3)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Corê sê ye, derbirrîna wan rewşane yên ku mehale rwî bidin. Ku her di borî da rwî daye û di borî da bi duhamîk jî hatiye, herdem ev corê ristan derbirrîna peşêmaniya mirovî diyar dike.

  • Rêsa: Heke + boriyê temam (biker + lêker + temamkarî) , boriyê mercî (da + temamkarî + lêker). (erê, pozîtîv)
    • Mînak: Heke ez bi bame mamostayê zankoyê, da gelek çalakiyan bo qotabiyan kem.
  • Rêsa: Heke + biker + ne + lêker + temamkarî, biker + ne + temamkarî + lêker. (nerê, negatîf)
    • Mînak: Heke ez ne bi bame mamostayê zankoyê, ez ne dişiyam van çalakiyan bo qotabiyan bikem.

Têbînî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Di şiyan de ye cihê rista karî merc û welamî merc bê guhatrin jî, lê divê farîze rabibe.
    • Mînak: Babê min dê gelek keyf xweş bît heke ez bihême xelat kirin.
  • Tu dikarî li şûna Heke, van jî bikarbînî eger, heger.
    • Mînak: Eger/heger ez bihême xelat kirin, babê min dê gelek keyf xweş bît.
  • Di rista welamî merc de, tu dikarî van peyvan jî bikarbînî: Şiyan, Viyan...
    • Mînak: Heta ez bi bime dadwer, pêdviye es gelek bxînim.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]