Riwekên holê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sansevieria trifasciata

Riwekên holê, riwekên malê şaxeke ji riwekên xemlê ye. Riwekên di atmosfera cihên girtî de diçên, cihê sereke digire. Riwekên ji avhewayên agzotîk an tropîk hez dikin jî mal û holan dixemilînin. Bo wan mercên taybet tên amadekirin.

Mercên awarte yên sedsala dawîn, li Kurdistanê ev hobiya han berî bi tunebunê biribe jî, heger derfetê bibînin, kurd mal, şaneşîn, kargeh û xozanên xwe bi cure cure kulîlkan kok dikin, dixemilînin.

Xalên girîng ên hobiya riwekên holê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Tav an tîrêja rojê. Riwek bi riya fotosentezê glîkozê diafirînin û jiyana xwe pê berdewam dikin. Divê rasterast an nerasterast riwek tîrêjê bigirin. Heger tav kêm e, divê teknîkên tavê zêde dikin bên bikaranîn.
  • Germî. Pirraniya riwekên malê bi rojê 15 °C-20 °C, şevê jî 3 °C-6 °C divên. Malên ku germîkeran (kalorîfer) bikartînin divê bizanibin, hewayê ziwa dike, rewayê (hêwi, nem) kêm dike û ev jî bo gelek riwekan ne baş e.
  • Rewa, hêwi, nem. Mal û kargehên bi germîkeran tên germkirin, dikarin tasekê avê daynin ser germîkerê û bi hilma wê rewayê zêde bikin. Gelek rêbazên din jî hene.
  • Ax. Her riwek konsantrasyoneke cuda ya ax, tav, rewa, germî û avê divê. Her riwekek di merceke taybet a xwezayê de diçê. Hobîvan an bexçevan divê heya jê hatiye, mercê xwezayî yê pêwîst e, ava bikin. Heger pêwîst e divê axê bi zibil, gubre, qûm, xîz, têkelên cuda yên gubreyan ûêd bên bikaranîn.
  • Av. Her riwek ne wekî hev avê divê. Ava zêde jî kêm jî ziyanê dide. Divê bo avê jî mercê xwezayî bê avakirin. Hesaba ahenga av, ax, tav, germî û rewayê divê beyê jibîrkirin.
  • Gubre, zibil û betînên (xurtandin) din. Hostatiya hobîvan an baxçevan, di vir de herwiha girîng e. Riweknas, ji dêl têkelên nûjen ên gubreyan, zibilê pêşniyar dikin. Lewra di xwezayê de zibil û gubreyên xwezayî hene yên nûjen ne. Dibe ku riwekê dipûncînin, gurrbaz dikin, lê xwezaya riwekê jî dikujin. Bo mînak bêhna wê kêm dikin.
  • Nexweşî. Riwek jî jîndar in, ew jî wekî mirov an ajalan, nexweş dikevin, bakteriyan re têdikoşin. Divê hobîvan taybetiyên riwekê baş binasin, buxik, hûrmêş û mêşûmurên din jibîr nekin.

Mînakên riwekên malê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hin ji riwekên kulîlkdar ên guldankê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Saintpaulia ionantha

Kesk an peldar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ficus benjamina

Riwekên kulîlkdar ên holê yên dekoratîv[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Riwekên malê yên din (bijarte)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dracaena reflexa "Song of India"

Wêje[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Fritz Encke: Kalt- und Warmhauspflanzen. 2. Auflage. Verlag Eugen Ulmer, Stuttgart 1987, ISBN 3-8001-6191-5 (almanî)
  • Moritz Bürki und Marianne Fuchs: Bildatlas Topfpflanzen für Zimmer und Balkon - Steckbriefe und Tabellen von A - Z, Verlag Eugen Ullmer, Stuttgart 2004, ISBN 3-8001-4654-1 (almanî
  • Alfred Byrd Graf: Tropica - Color Cyclopedia of Exotic Plants and Trees. Roehrs Company, New Jersey 1981 (second edition), ISBN 0-911266-16-X (îngilîzî)
  • Bernhard Rosenkranz: Gärtnern ohne Garten. Freude an Balkon- und Zimmerpflanzen. Rowohlt, Reinbek bei Hamburg 1987, ISBN 3-499-18347-1 (almanî)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]