Roja Destûra Bingehîn (Norwêc)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

"'roja destûrabingihîn'" û an jî weke ku li norwêcê pirr tê ser ziman "syttinde mai" (hifdihê gûlanê), roja ku têde destûrabingihîn ya Norwêcê hatiya çêkirin a. Roja "hifdihê gûlanê", weke "Roja netewî" jî tê ser ziman. Di sale 1814´an di 17 gûlanê de, di pêşawanîya Henrik Wergeland de, li navçeya Norwecê Eidsvolllev di Civîn û bi hev re, yên ku lev gihiştina hevdû û lev civîna, di têgihiştinekê de digihina hevdû. Di sale 1836´an de li ser herêkirin û care pêşî ku ev roja weke roja netewî li Norwêcê hat pîroz kirin, êdî weke rojeka netewî, heta roja me, ew pîrozkirina wê, destpêka wê bê destpêkirin. Piştre, êdî hin bi hin, li gelemperîya norwêcê, bidest pîrozkirina wê têkirin. Roja "hifdihê gûlanê", weke "Roja Zarokan" jî tê dîtin û bi navkirin. Her sal, ku ev roj, pîrozbahîyên wê destpê dikin, wê bi meşeka zarokên dibistanê re destpêka pîrozbahîyan were destpêkirin. Wê rojê de, her malên Norwecî, ala norwêcê li ser paçê sor xaç heya, wê pêve were dalaqandin. Jin, Zarok, Mêr, kal wê cilên netewî ku Norwêcî jê re "Bunad" tê gotin, wê li xwe bikin. Ev cil, hem yên ku herkesek li xwe dike, bi teybetî tên çêkirin û li xwe dikin. Her malên norwêcî, berî rojê bi rojekê re dimalên xwe paqijiyê dikin û xwarinên taybet bi pasta û tiştên wilo çê dikin û dixwûn. Pîrozbahî, wê li herderî ku destpêkirin, wê bi Sîrûda Netewî ya norwêcê ya ku navê wê "herê, em hêzê dikin(Navê sîrûdê bi norwêcî:ja, vi elsker dette landet)" re wê dest pê bikin.