Roja navneteweyî ya li dijî zordariya li ser jinan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Di 25'ê sermawezê 1960‘an de xûşkên Minerva, Maria Teresa û Patria Mirabel ku wekî perperok jî tên bîr anîn, hatin qetilkirin. Her sê di Komara Domînîk de li dijî dîktatoriya Trujillo berxwe dabûn. Roja 25'ê sermawez Ev roj ji ber vê wekî roja li dijî şîdeta li dijî jinan hat îlan kirin.

25’ê mijdara 1960’î li Komara Domînîk sê jinên xuşkên hev Patria, Minerva û Maria Teresa ku li dijî dîktatoriya Trujîllo têdikoşiyan hatin tecawizkirin û qetilkirin. Patria Teresa di hezîrana sala 1960’î de li dijî dîktatoriya Trujîllo tevgera mezintirîn Clandestîna ava kir. Her du xûşkên wê jî beşdarî nav vê tevgerê bûn. Bandora vê tevgerê ew qasî mezin bû ku di heman salê de dîktatorî mecbûr ma ku bêje ev xûşkên Mîrabel ji bo wan talûkeya herî mezin pêk tînin. Piştî vê daxuyaniyê bi demeke kurt roja 25’ê mijdara 1960’î her sê xuşk hatin tecawizkirin û qetilkirin. Lê têkoşîna ku wan da destpêkirin, piştî mirina wan jî berdewam kir. Û ev tevger bû wekî serhildanekê û li her derê belav bû û dawiya dîktatoriyê anî.

Di komcivîna jinan a Amerîkaya Latîn de ku di sala 1981’ê de li Kolombiyayê kom bû, ji bo bîranîna hersê xûşkan ku têkoşîna azadiyê dane, 25’ê mijdarê ‘Li Cîhanê Roja Têkoşîna li Dijî Şideta li Hemberî Jinê’ hate îlankirin. Têkoşîna Mirabelan îro ji aliyê jinên berxwedêr ve tê piştgirîkirin û meşandin. Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di sala 1999’an de biryar girt ku ev bibe, ‘Ji bo Rakirina Şideta li Hemberî Jinê Roja Têkoşîna Navneteweyî’.