Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê di sala 1991‘î de ji alîye Mehmed Uzun ve hatiye nivîskirin. Ev roman li ser kevneșopa dengbêjiya kurdî hatiye nivisandin û awazê dengbêjan digihêne me.

Axaftin şiklekî hebûnê ye û dema mirov diaxive, hebûna xwe nîşan dide. Ku mirov bi zimanekî biaxive, ev yek nîşan dide ku mirov di nav wê çandê de gihîştiye û mirov dikare barê wê şaristaniyê bi wî zimanî hilgire. Ji ve yeke dengbêjan ev bar hilgirtine ser xwe û hebûna gelen kurdan bi van gotinên xwe kișandina heta îro. Go merov behsa dengbêjîya Kurdi dike, serê yekemîn dibe navê Evdalê Zeynike ben gotin. Wî di dîrokan kurdan de cihikî usa weke Homêrosê yunanî girtîye. Dengbêj dengê bîrê dîroka kurdan bûn. Dengbêjan bîr û baweriya gel, têkoşîna li dijî zulm û neheqiyan bi gotinen xwe heta îro anîbûn û ji niha pê de di sedsala nujen de wêjeyê ew erka taybetî bi cih bianiya.

Evdalê Zeynike. Zeynikê navê dayika wî bo. Ji ber kû bave wî di biçûkayîya Evdal de miribû, win bi navê dayîka wî navdikin. Çanda kurdî, ya kû weke behrekî bêsînor û kûr e, di stran û digotinên vî dengbejî de bi cih dibe. Ne bi tenê ji bo fêrbûn û naskirina folklora kurdî, le belê ji bo fêm kirina dîroka kurdistana bakur u bașur di dema osmaniyan de ji, xwendina vê romanê pêwîst e. Otonomîya axa kurdan vi demê de bi desten osmaniyan vê tê merkezî kirin û begên gedirșinas yen kû hij gelên xwe dikin tên avêtin an ji tên kuștin, tarawgeh kirin. Piștre jî xwefiroșên nu dikevina dewsa wan de.Ew doxmanên nu dibine serokên kurdan û wan dikine bin emrên xwede. Bi vî awayî șer û nexweșîyen kurdan yen dirokî weke neheqi û komkujîya diji ermen û êzidiyan bi zimane dengbêjan baș tên naskirin.

Mehmet uzun di romana xwe de bi zimanê Ehmedê Fermanê Kiki rojêk ji rojên rewșa Evdale Zeynikê pêșkeșî me dike. Le belê ev roj jîyana Evdal bi tevî dide naskirin. Ehmedê Fermanê Kiki bi daweta Mîrên Celadet Ali ve Kamiran Bedirxan hatîya cem wana û ji wanra çîroka Evdale Zeynikê têdigehênê.

Di romane de gelek caran çûn û hatin vegerandin hene. Veguhestina jîyana Evdal bi zimanê Ehmedê Ferman tê pêșkeș kirin. Di nava çîrokê de Uzun gelek caran divegerê ser zimanê Ehmedê Ferman û bi vî halî di romanêde rênûseke çemberî berdewam dike. Bi vê șiwazê romana Uzun û çîrokên Mewlana Romî û yen Feridüddin Attar dirûvên hev. Ev șiwaza vegotinen rojhilata navînin û bûye pêmaya niviskarên hemdem yen vê axa kevn.

Şirușta saf û pakij bi tev xweșîya xwe dikeve nav stranên dengbêjan de. Uzun bi kitekîtan heybet û xweșikahiya çiyayê Sîpanê Xelatê pêșkeșî me dike. çiya dikeve dile Uzun de û ew jî vena bi zimanê wan dengbêjan êvîna xwe herwiha șanime dike. Stranên Evdalê Zeynike yen li ser nave „qulingo“ bune bingehên denbêjîya kurdî.

Êvin bi herdu cureyên xwe di ve romanê de hene: Êvina diyar û êvina nediyar.Konên koçberan li zozanên welat, hespên boz, gerdișên kurdan, destanên kevn, stran û leckirina dengbêjan li cem began…êvîn û mirin,Siyabend û Xecê, mezinatî û zilim, șer û hawar, nexweșî û korbûnî...ev tev di romanekê wisa piçûk de û di rojêk ji rojên şahê dengbêjan, Evdalê Zeynike, de têne naskirin.