Romeo û Juliet

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Yek ji sehneya Romeo û Julietê.

Romeo û Juliet (Romeo and Juliet), yek ji trajêdiyên herî navdar ên nivîskarê îngilîzî William Shakespeare e. Naveroka wê derbarê hezkirina du cîwanên evîndar de ye, lê çima ku malbatên wan dijminên hev in berxwedana wan bi xwekuştina her du evîndaran bi dawî tê. Naveroka Romeo û Juliet qasî pênç roj diajo û li bajarê Verona (Bakûrê Îtalyayê ) derbas dibe. Berhem dibe ku di nav salên 1594–96 de pêk hatibe. Di sala 1597 de ew berhem cara yekem hatiye çapkirin. Çavkaniya girîngtirîn ya Shakespeare berhema Arthur Brooke : Tragicall Historye of Romeus and Iuliet ji sala 1562an de bû . Romeo û Juliet di wêjeya cîhanê de wek navdartirîn evîndaran hatine nasîn û çîrok bi pir cûreyan mûzikî û wêjeyî bi kar anîne , fîlman pirin û li ser şanoyê de berhem ji dema pêkhatinê de gelek popûlere.[1]

Wergera Kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Romeo û Juliet ji alî wergêr Aram Gernas ve hatibû wergerandin û ew jî ji alî Weşanên Helwestê ve di sala 2002’yan de li Stockholmê hatibû weşandin.[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Romeo und Julia – Wikipedia" (bi almanî). Roja gihiştinê 10 gulan 2018.
  2. ^ "Wergera pirtûka Shakespeare û bêcidiyeta wergerê kurd".