Ronayî Onen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ronayî Onen

Ronayî Onen dibistana seretayî, ya navincî û lîse li Dêrikê qedandiye. Li Zanîngeha Marmarayê Beşa Perwerdehiyê qedandiye. Li dibistan û kursên cûda mamsotetiya îngilîzî kiriye. Lîsansa xwe ya bilind li Zanîngeha Bilgiyê, di beşa Lêkolînên çandî de kiriye. Di lîsansa bilind de di çarçoveya têkiliya di navbera ziman û netewe de li ser berhemên Celadet Bedirxan û kovara Hawarê xebitiye. Piştî ku di sala 2004an de ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê belgeya mamostetiya Kurdî stendiye, dest bi mamostetiya Kurdî kiriye. Ji sala 2005an ve ye wekî mamoste û aktîvîsta zimanê Kurdî xebatê dike. Ew yekem kes e ku li zanîngeheke Tirkiyeyê dersa zimanê Kurdî bi awayekî fermî daye. Ji 2009’an ve ye li Zanîngeha Bilgiyê mamostetiya Zimanê Kurdî dike. Ji bo hînkirina zimanê Kurdî pirtûkên dersê nivîsandine. Ev xebat ji sê pirtûkên bi nave Hînker wekî setekê hatiye weşandin û niha li gelek cihan wekî materyala dersdayîna kurdî tên bikaranîn. Di kovarên cihê de gotarên wê yên li ser ziman û wêjeya kurdî hatine weşandin. Di sala 201’an de xelata Feqî Huseyn Sagniç a ziman girtiye.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirtûk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Hînker (I-II-III), Bi Samî Tan re. Weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê. 2009.

Master[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Türk Romanlarında Oryantalizmin İzini Sürmek: Dağları Bekleyen Kız ve Dersim 1937 , Ronayî Onen , Bilgi Üniversitesi, 2013.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]