Sêkaniyan, Bismîl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji bo maneyên din li Sêkaniyan binêre.

Sêkaniyan, mezrayeke Çawişliyê ya Bismilê ye. Gund li ber Çemê Mihemediyê ji 3-4 Malan avabûye. Nîştcihên gund giş merivên hev in û ji zemaniyan ve ji Hezroyê hatine û li vir bi cî bûne. Li gund ziyaretek bi navê Şêx Hesen Mensûr he ye. Kesên ku zarokên çê nabin diçin ser vê ziyaretê dua dikin ku xwedê zaroyek bide wan. Li gorî baweriyê ji kesên ku duayên wan dihên qebûl kirin zarokên di qorika wan de nîşan heye ji wan re çêdibe. Heger kurr be nav dikin 'Hesen', heger keç be dikin 'Mensûre'.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]