Here naverokê

Bismil

Bismil
Bismil
Dîmenek ji Bismil
Bismil li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Bismil
Bismil
Koordînat: 37°51′06″Bk 40°39′48″Rh / 37.85167°Bk 40.66333°Rh / 37.85167; 40.66333
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehDiyarbekir (parêzgeh)
SerbajarBismil
Îdarî
 • QeymeqamAli Çelik
Hejmara nahiyeyan3 nahiye
Hejmara bajarokan4 bajarok
Hejmara gundan105 gund
Qada rûerdê
 • Giştî1.737 km2 (671 sq mi)
Bilindahî
550 m (1800 ft)
Nifûs
 (2008)
109.359
 • Berbelavî63/km2 (160/sq mi)
 • Serbajar
 (2008)
56.390
Demonîmbismilî
Koda postayê
21500
Koda telefonê0412
Map
biguhêreBelge
Map

Bismil (1928: بسميل / Bismîl) yek ji navçeyên Amedê ye. Di sala 1936'an de bûye navçe. 55 km ji Amedê dûr dikeve. Rûber 17.000 km² ye û nifûsa wê 118.605 e.[1] navçe li qeraxa çemê dîjleyê hatiye avakirin. Herweha li ser riya Amed û Batmanê ye û li navçeyê riya hesinî jî derbas dibe.

Li Bismilê koçerên Bulgar bi destê dewletê hatibûn niştecihkirin ku bo demografiya herêmê biguhere. Herwiha hemû axa navçeyê ji van koçeran re hatibû pêşkêşkirin. Ji loma koçeran nedihiştin Kurd li navçeyê bicih bibin û ew diqewirandin. Di salên nodî de ji ber şer û pevçûnên PKKê û dewletê gundiyên Stewra Mêrdîn gundê xwe terikandin û zextê li ser van koçeran çê kirin. Piştî çend pevçûn û şeran karibûn xwe li navçeyê bicih bikin û ji bin hakimiyeta koçeran derbixin. Piştî hakimiyeta koçera neman ji hemû navçeyê derdora Bismilê koç çêbûn. Ji Hezro, Pasûr, Sason, Stewrê gundî ber bi bismilde hatin. Niha piraniya navçeyê Kurd e û tirkên koçer di gundên weke Tezeka, Koselo de mane. Bingeha Bismilê bi qasî 2000 sal berê hatiye avêtin. Gelek şarezayiyan li vir desthilatî kirine. Li gundê Kerxê 3 girikên çêkirî hene ku tê kotin kelehê çavdêriyê bûne. Dîroka navçeyê ji ya Kurdistanê ne cudatir e. Navê navçeyê di qeydên farsan de "Bîstmal, Pîs Mîl, Basmîl" derbas dibe. Gorî hin îdiayan ev nav ji eşîra mîllî ya kurd tê.

Taxên Bismilê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • Taxa Kurtuluş
  • Taxa Fırat ( berê bozkurt)
  • Taxa Akpınar
  • Taxa Dicle
  • Taxa Altıok
  • dumlupınar (demekî Avaşîn bu)
  • Taxa ulutürk ( demekî Rojava bu)
  • Taxa Tekel
  • Taxa Şentepe
  • Taxa Seyrantepe
  • Taxa Esentepe
  • Taxa Sanayi
  • Taxa Fatih

Bajarokên Bismilê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gundên Bismilê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Gundên Bismil
  • qorixçî
  • boçelê
  • hola
  • gundê evdî
  • cedê
  • sînanê
  • seletê
  • ofê
  • çoltepe
  • qurmişlû
  • tezeka
  • zerê
  • kinan
  • Girê Izêr
  • Qoperetîf
  • Se`diyê
  • Xerbe hina
  • Embarciyan
  • Çilsitûn
  • Qamişlo
  1. ^ "Bismil Nüfusu Diyarbakır". www.nufusu.com. Roja gihiştinê 16 gulan 2021.