Sîdar Bengîn Epozdemir

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Sîdar Bengîn Epozdemir (Carna: Sidar Bengin Epozdemir, yan jî Sidar Epozdemir, 1987 li Rotterdam, Hollanda) dadnas û parêzerekî kurd e. Kurê nivîskar Bedirxan Epozdemir e.

Epozdemir di 2010-ê de ji Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Maastricht destûryariya xwe ya di warê Hiqûqa Ewropî (European Law) stand û ji wê salê ve wek hiqûqnasekî dixebite. Di 2011-ê de Master kir li Zanîngeha Leiden û di 2012-ê de li ber dadgeha Lahey (Den Haag) sond xwar û bû parêzer.

Ji 18 saliya xwe ve û di ber xwendina xwe de Epozdemir karê rojnamegerî û kunciknivîskariyê jî kiriye. Ji bo malpera Azady.nl Epozdemir wek rêveber û redaktor xebitî û wî herwiha 2 sal sernivîskarê beşa holandî ya heftenameya Rûdaw bû. Ji bilî nivîsên wî yên bi holandî û ingilîzî, di heftenameya Rûdawê de û li ser malperên cuda-cuda wek Netkurd, Rizgarî û Avestakurd nivîsên Epozdemir û kurtelekolînên wî yên hiqûqî bi kurdî jî derketin. Epozdemir hê jî carna ji bo Rûdaw dinivîse bi kurdî. Herwiha nivîsên wî yên holandî di malpera Rojane.nl de derdikevin.

Çend ji nivîsên Epozdemir[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]