Sîsmolojî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Belavbûna pêlên sîsmîk

Sismolojî, erdhejnasî (ji bêjên yewnanî σεισμός (seismós) = erdhej û logos = bêjeye) ji şaxeke zanistiya jeofîzîkê re dibêjin ku bi erdhejê re bilî dibe.

Avabûna pêlan, tevgerên zemîna erdê, prînsîbên erdhejê, lêgerînên li ser navenda erdxaneyê (planeta me erd), ji bo arkîtektiyê peydakirina zemînên baş, lêgerina dewlemendiyên binerdî ûêd bi giştî mijarên sîsmolojiyê ne, sîsmolojî di xizmeta wan de ye.

Bingeha sîsmolojiyê ji aliyê zanistê alman Emil Wiechert (damezîrênerê çavdêrxaneya Göttingenê) vê tê avêtin, ku wî yekemîn sîsmografa horîzontal çêkiribû (sala 1899'ê).

Niha alavên gelek pêşketî bu analîzkirina erdhejê tên bikaranîn. Tomografiyên sîsmîk, Receiver-Functions-Analyse û gelek rêbazên din hene, bi wan pêderxistina erdhejê tên kirin. Herwiha bi van alavan mezinî û ziyandêriya erdhejê jî tên analîzkirin.