Selasê Bawecanî (şaristan)
Şaristana Selasê Bawecanî (bi cafî: شارستانی سەلاسی باوەجانی) yek ji şaristanên Parêzgeha Kirmaşanê ye li Rojhilatê Kurdistanê ya girêdayî dewleta Îranê. Navenda vî şaristanî bajarê Tazawa bi kesên balix ve du hezar û pênsed kes in.Ezgile bajarekê din yê vî şaristanî ye.Li vî şaristanî sê eşîrên mezin hene: Bawecanî ,Qubadî, Weledbeygî.
Li cotmeha 2016dan de li vê heremê pêvçûn di navbera hêzên Îranî û Kurdî de derket. Di encamê de 12 gerîlayên PJAKê hatin kuştin. Piştî vê bûyerê li gor çavkaniyên PJAKê, 26 pasdarên Îranê û 6 caş jî ji aliyê wan ve hatin kuştin.[1] [2]
Herêmên şaristana Selasê Bawecanî[biguherîne]
Ev şaristan xwedî du herêm, şeş gundistan,du bajar û 252 gundan e û her wisa sinor li gel dewleta Iraqê jî heye.Berfirehiya vî şaristanî 5000 kîlometreye û xelkê vî şaristanî çil û du hezar kes in.
- Herêma Navendî ya Şaristana Selasê Bawecanî
- Gundistana Xaneşûr
- Gundistana Deşt Her
- Gundistana Zemekan
- Bajar: Tazawa
- Herêma Ezgille
- Gundistana Ezgile
- Gundistana Cîgran
- Gundistana Serqel'e
- Bajar : Ezgille