Sehne (navçe)
(Ji Sehne (şaristan) hat beralîkirin)
Jump to navigation
Jump to search
Şaristana Sehne yek ji navçeyên parêzgeha Kirmaşanê ye li Rojhilatê Kurdistanê ku bi dewleta Îranê ve girêdayî ye. Ev şaristan xwedî du herêman e ku bi navê herêma navendî ya şaristana Sehneyê û herêma Dînewerê. Navenda vê şaristanê bajarê Sehneyê ye ku 50 kîlometreyan ji Kirmaşanê dûr e û li cem parêzgeha Hemedanê ye.
Herêmên şaristana Sehneyê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Herêma navendî ya şaristana Sehneyê
- Gundistana Xedabendelû
- Gundistana Sehne
- Gundistana Gamaseyab
- Gundistana Hicr
- Bajar: Sehne
- Herêma Dînewerê
- Gundistana Her
- Gundistana Dînewer
- Gundistana Kendûle
- Bajar: Miyanriyan
Ziman û ayîn[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Gelê şaristana Sehneyê bi zaravayê kurdî yê lekî diaxivin. Ji layê dîn û mezhebî ve jî xelkê vir bêhtir bawermendên yaresan in û hindek jî şiî hene. Her wisa ev bajar xwedî behaiyet û cihû jî hene. Navdartirîn şexsiyetê vî bajarî Dînewerî ye. Her wisa kesê yaresan Seyîd Celîl Elî Nejad muzîsyenê herî baş ê tenbûrê ye.