Seleteya Bazîdê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Seleteya Bazîdê seleteya artîşok, hêliz û kundirê ye. Ji artîşokê (latînî: cynara scolymus) re neynoka bûkê jî dibêjin. Li hin deverên Kurdistanê ji hêlizê re pîjinda (latînî: anethum) yan re şiwît (şiwêt, şewid) jî dibêjin.

Berkeliya (melzemeyê) vê seleteyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bo ava wê:

  • 1 lîmon
  • 2 SA (stekana-qedeha avê) av
  • 1 KÇ (kevçiyê çayê) rûnê ron (rûnê gulberoj an zeytê)

Bo ser seleteyê: Li ser daxwazê ye. Salam, tirşîna lazûtê hwd.

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rûnê ron, av, ard û ava lîmonê di badiyekê de tevlîhev bikin. Artîşokan bikin 4-5 qetî berdin navê, bikelînin. Artîşok nermijî bûn, kundirên hûrkirî tevlî bikin, bila bikele. Baldar bin bila kundir pirr zêde nekelin, neperitin.

Kelîn bidawî bû, zebzeyên xwe ji nava avê derînin, avê sar bikin. Mayonezê tevlî ava sarbûyî bikin, biçelpînin.

Tirşîn û hêlizê tevlî kundir û artîşoka bikin, ava we mayonez tevlîkiribû, wekî sosê berdin ser ser. Ser seleteyê jî bi salam, tirşîna lazûtê ûêd bixemilînin û servîs bikin.