Sera Kadıgil

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sera Kadıgil
Image dans Infobox.
Endama Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
İstanbul (en)
dp.
Jidayikbûn
Hevwelatî
Perwerde
Lîseya Vefayê (en)
Zanîngeha Stembolê Fakulteya Hiqûqê (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Partiyên siyasî

Saliha Sera Kadıgil (jdb. 29, Mijdar, 1984 li Stenbolê), siyasetmedar û parêzerekî tirk e ku ji sala 2018an vir ve wekî parlamentera heyama 27emîn ya Meclisa Neteweyî ya Tirkiyeyê da wek parlementer kar dike. Kadıgil di destpêkê de wekî endama CHPê dibe parlamenter û piştre îstifa dike û di sala 2021an de beşdarê Partiya Karkerên Tirkiyê dibe.[1]

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Saliha Sera Kadıgil di 29ê mijdara sala 1984an de li Stenbolê ji dayik bûye. Piştî ku di sala 2003an de xwendina xwe ya Lîseya Vefa xilas dike, xwendina xwe ya zanîngehê di sala 2007an de li fakulteya hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê dixwîne. Li Zanîngeha Queen Mary ya Londonê teza masterê ya li ser xebatên sînemayê qedandiye. Kadigil niha li Zanîngeha Stenbolê doktoraya xwe didomîne.[2]

Kariyera wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sera Kadigîl ku xebatên xwe yên hiqûqî di warê çand û hunerê de giran kiriye, ji roja ku hatiye damezrandin heta niha parêzera gelek saziyên şano û hunerê û saziyên kedê yên wekî sendîkaya lîstikvanan, sendîkaya sînema û televîzyonê kiriye. Sera Kadıgil xeynî parêzeriyê wekê endama Lijneya Rêveber a Komîsyona Mafê Heywanan ya Baroya Stenbolê xebatên xwe meşandiye.

Di navbera salên 2011e û 2012an de endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Şaxa Jinan a CHPê bû û ji sala 2014an û vir ve 3 serdeman wekî endama meclîsa partiyê xebatên siyasî kiriye.[3] Kadigil di heyama 27emîn de wek Parlamenterê Herêma 1em a Stenbolê ya CHPê hat hilbijartin û endama Komîsyona Wekheviya Derfetên Jin û Mêran e. Di 25ê hezîrana sala 2021an roja înê ji CHPê îstifa dike û derbasî Partiya Karkerên Tirkiyê (TİP) dibe.[4] Niha wekî berdevka Partiya Karkerên Tirkiyê û sekreterê buroya yasayî kar dike. Di axaftina lêçûna sala 2022an de di dema axaftina xwe de cîgirê Recep Tayyîp Erdogan Fuat Oktay bi sîstema ku bi xwe re anîbû bi stranên "Derew" û "Bloody Bible" protesto kir û bû sedem ku axaftina wê ji aliyê serokê meclîsê ve were qut kirin.[5] Di Hilbijartina Giştî ya sala 2023an a Tirkiyeyê de ji lîsteya Partiya Karkerên Tirkiyeyê, li herêma 1em a Stenbolê, di rêza 1em de bûye berendamê parlamenteriyê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "TÜRKİYE BÜYÜK MİLLET MECLİSİ". www.tbmm.gov.tr. Roja gihiştinê 12 gulan 2023.
  2. ^ "CHP İstanbul Milletvekili Saliha Sera Kadıgil Sütlü, partisinden istifa etti | NTV". web.archive.org. 25 hezîran 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 hezîran 2021. Roja gihiştinê 12 gulan 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ "Cumhuriyet Halk Partisi". chp.org.tr. Roja gihiştinê 12 gulan 2023.
  4. ^ "CHP Milletvekili Sera Kadıgil TİP'e geçti | Türkiye | DW | 25.06.2021". web.archive.org. 25 hezîran 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 hezîran 2021. Roja gihiştinê 12 gulan 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ "Fuat Oktay'ın konuşması sırasında 'yalan' şarkısı açan TİP'li Kadıgil'e kınama cezası - 17.12.2021, Sputnik Türkiye". web.archive.org. 18 kanûna pêşîn 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 18 kanûna pêşîn 2021. Roja gihiştinê 12 gulan 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)