Serhildana Şemzînanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Serhildana Şemzînanê di navbera 25 xizîran 1925-xizîran 1926 de rûda.

Piştî têkcûna Serhildana Şêx Seîd Efendî, Seyîd Ebdulqadir hate bidarve kirin. Kurê wî Seyîd Ebdullah li herêma Hekariyê û Şemzînanê bi alîkariya Îhsan Nûrî Paşa û Seyîd Tahayê Geylanî dest bi xebatên serhildanê kir. 25 xizîrana 1925ê 6 efserên artêşa Tirkiyeyê ji aliyê çekdarên Seyîd Ebdullah ve hatin kuştin. Bi rêberiya Seyîd Ebdullah û 600 çekdarên eşîra gerdiyan êrîş bir ser Şemzînanê. Artêşa Tirkiyeyê bi alikariya Casim Beg û serokeşîrê dostkiyan Tahir Beg, êrîş bir ser serhildêran. Di encamê de di xizîrana 1926ê de serhildan hate vemirandin.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]