Şêx Seîd
Şêx Seîdê Pîran | |
|---|---|
Ji aliyê çepê de (jor): Şêx Şerîf, Qasim Beg (Kasım Ataç), Şêx Celaledinê Çanê, Ji aliyê çepê de (jêr): Şêx Ebdilahê Malekan, Şêx Seîd (1925) | |
| Jidayikbûn | 1865 |
| Mirin | 29ê hezîrana 1925an (60 salî) Amed |
| Cihê goristanê | Ne diyar e |
| Esil | Kurd |
| Bernav |
|
| Hevwelatî | |
| Perwerde | Medreseyên Kurdî |
| Pîşe | Tefsîrnas, Hedîsvan û Fiqihnas |
| Xebat | Serhildana Şêx Seîd |
| Bandorbar | Mewlana Xalidê Kurdî |
| Zarok |
|
| Dê û bav |
|
| biguhêre | |
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî Şêx Seîdê Pîranî (jdb. 1865 − m. 29ê hezîrana 1925an li Amedê), şêxê neqşîbendî, pêşawa û şoreşgerê Kurd e ku di sala 1925an de li dijî înkar û nenaskirina kurdan ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin serhildana Serhildana Şêx Seîdê Pîranê li Bakurê Kurdistanê daye dest pê kirin.
Şêx Seîd li medreseya ku ji aliyê bavê wî Şêx Mehmûd ve dihat rêvebirin zanistên dînî û her weha ji gelek alimên îslamî yên herêmê perwerdeya dînî werdigire.[1] Piştî perwerdehiya xwe ew beşdarî xanegeha herêmî dibe ku ji aliyê bapîrê wî Şêx Elî ve hatibû avakirin.[2] Bapîrê wî rêberekî rêzdar ê civaka dînî bû ku gora wî ji aliyê bi hezaran heciyan ve dihate ziyaretkirin. Piştî mirina bavê xwe Şêx Mehmûd, ew dibe serokê civaka dînî yê lê herêmê. Di sala 1907an de ew li bajarên Bakurê Kurdistanê geriya û bi efserên siwariyên Hemîdiyeyê re têkilî daniye.[2]
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Şêx Seîdê Pîranê di sala 1865an de li navçeya Xinûsa Bakurê Kurdistanê ku îro yek ji navçeyên parêzgeha Erzîrome hatiye dinyayê.[3] Navê bavê wî Şêx Mehmûdê Fewzî ye û navê dayika wî Gulê Xanim e. Piştî ku li Palo, Xarpêt, Amed û Mûşê perwerde werdigire û bi koça dawî ya bavê xwe re dibe serokê cemaeta Neqşîbendiyan. Piştî ku bavê wî, Şêx Mehmûdê Fewzî ji Paloyê koçî Xinûsê dibe bi malbata xwe re li Xinûsê bi cih dibe. Di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de ji ber ku Împeratoriya Rûsî beşek ji Bakurê Kurdistanê dagir dike ew û malbata wî neçar dimînin ku koçî Pîranê bibin. Piştî ku Împeratoriya Rusî ji Bakurê Kurdistanê vedikişe carek din ew û malbata wî vedigerin gundê Qolhêsara bi ser navçeya Xinûsê û li wir bi cih dibin.[4]
Serhildana wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li hemberî zorbetî û îxanetên kemalîstan kalê Şêx Seîd di 13ê sibata 1925an de serî bilind kir. Kurdistanê bajar bi bajar ji destên dewleta romiyan (navê niha Tirkiye) derxistin. Êrişê ser Amedê kirin û bi mehan bajar dorpêç kirin. Berhingariyeke dirêj da nîşan ku Amed nakeve. Dagirkirin bi qerera şûrayê hat rakirin. Têkoşer pêl bi pêl derbasî başûr û rojavayê Kurdistanê bûn. Rêberê bizavê Şêx Seîd û 49 hevalên wî ji bo derbasî Başûr bibin, bi rojê xwe diveşartin û bi şev dimeşiyan. Armanc berdewam kirina cenga awarte û xeyrî nîzamî bû. Bi xiyaneta bacenaxê Şêx Seîd ê serdar Qasim (Qaso), serokên serhildanê, Şêx Seîd û hevalên wî hatin dîlgirtin.
Di 10ê gulana 1925an de wan derxistin Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilatê (Şark İstiklal Mahkemesi) ya Diyarbekirê. Nêzîkî pêncî rojan darizandina wan dewam kir. Di 28ê hezîrana 1925an de, derbarê Şêx Seîd û 47 hevalên wî de dadgehê biryara darvekirinê (îdam) da. Du kes bi çend salan ceza xwarin. 28 kes di heman rojê de û yên din û Şêx Seîd di 29ê hezîrana 1925an de li taxa Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.[5]
Mijarên têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Wayback Machine" (PDF). tr.boell.org. Roja gihiştinê 29 hezîran 2025.
- ^ a b Olson, Robert W. (1989). The emergence of Kurdish nationalism and the Sheikh Said rebellion, 1880-1925 (Çapa 1). Austin: University of Texas Press. ISBN 978-0-292-77619-7.
- ^ Olson, Robert W. (1991). The emergence of Kurdish nationalism and the Sheikh Said Rebellion, 1880 - 1925 (Çapa 1. paperbacj printing). Austin: Univ. of Texas Press. ISBN 978-0-292-77619-7.
- ^ Ph.D, Hakan Ozoglu (24 hezîran 2011). From Caliphate to Secular State: Power Struggle in the Early Turkish Republic: Power Struggle in the Early Turkish Republic (bi îngilîzî). ABC-CLIO. ISBN 978-0-313-37957-4.
- ^ https://ku.m.wikipedia.org/wiki/Serhildana_Şêx_Seîdê_Pîranî