Serwa Abarkuhê
Xuyakirin
Serwa Abarkuhê, serwêya/serwiya Yezdê (farisî:|سرو ابرکوه Sarv-e Abarquh) dareke serwê ya temenê wê 4000 heya 4500 sal e. Olzan û rahîbên Zerdeştîyan çandine. Li Abarkuh a parêzgeha Yezdê, li Îranê ye.
Bilindiya darê 25 m, devedora wê 11,5 m ye. Hin kes dibêjin Zerdeş pêxember bi xwe ajotiye, hin jî dibêjin rahîb an bawermendan. Gelek tûrîst serdana darê dikin.
Di dab û nêrîtên kurdan û îraniyan de, dara serwê temsîliyeta jidilî (canêcanêtî), dirustî û berdewamiya ciwanîbûnê dike. Dibêjin dareke wiha li Kaşmarê jî hebûye.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Wêneyan Girêdana arşîvê 2010-08-26 li ser Wayback Machine
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |