Serxwebûna Biyafrayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Serxwebûna Bîafrayê hat beralîkirin)
Alaya Biyafrayê

Serxwebûna Biyafrayê ku piraniya şêniya wê ji îboyan pêk tê, di çileya 1970yî de bi dawî bû. Di naverasta salên 1960î de li Nîjeryayê bê îstîkrariya aborî û siyasî, darbe û serhildan û xirûciriya etnîk yek ji taybetmendiyên diyarker ên jiyana civakîbû. Li bakûrê welêt ku çavkaniyên petrol û gazaxwezayî lê zêdebû, li vê derê xelkê îbo dijiyan û ev xelk hîn dewlemendbû û baş hatibûn perwerdekirin. Li vê derê nerazîbûna li hemberî xelkê îbo her ku çû zêdetir bi şîddet bû. Serokê herêma Rojhilat Yarbay Odumegwu Ojukwu, bi raye û destûra meclîsa hevbeş di 30'ê gulanê 1967an de dewleteke serbixwe ya bi navê Biafra îlan kir. Lê belê serokê hukumeta federal General Yakûbû Gowon, diyar kir ku ew dewleta Biyafrayê nasnake. Hêzên Biyafrayê di encama hin şerên di dawiya meha kanuna 1969 û çileya 1970an de têkçûn. Serokê Herêma Rojhilat Yarbay Ojukwu, ji bo sitarê xwe avête dewleteke din. Serbezên din ên Biyafrayê yên sax mane jî di 15 Çileya 1970an de xwe teslîmî hukumeta federal kirin. Bi vî awayî Biyafrayê, hemu hêza winda kir û serxwebûna wê têk çû.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]