Sevim Gözay
Sevim Gözay | |
---|---|
Jidayikbûn | 19ê kanûna pêşîn a 1972an Stembol , Tirkiye |
Mirin | 14ê kanûna paşîn a 2021ê (48 salî) Kartal ,Stembol , Tirkiye |
Cihê goristanê | Goristana Veysel Karani ya li Samandıra |
Pîşe | Rojnamevan, nivîskar û bernemekara televîzyonê |
Perwede | Navenda Hunerê ya Müjdat Gezen |
Xelat | Xelata Çand û Hunerê ya Televizyonê ya Komeleya Rojnamevanên Tirkiyeyê |
Salên çalak | 1993-2021 |
Hevjîn | |
biguhêre |
Sevim Gözay, (bixwîne wekî Sevîm Gwêzay) (jdb. 19 kanûna pêşîn 1972, li Stembol, Tirkiye - m. 14ê kanûna paşîn 2021, Kartal, Stembol, Tirkiye), rojnamevan, nivîskar û bernemekara televîzyonê yê tirk bû ku di 19ê kanûna pêşîn a 1972an de li Stembolê hatibû dinê.
Jiyana wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piştî xwendina xwe li Lîseya Stembolê Üsküdar, wê xwendina xwe li Navenda Hunerê ya Müjdat Gezen (MSM) qedand.
Sevim Gözay di sala 1993an de dest bi karê medyayê kir û bi bernameyên Kozmopolîs di CNN Turk de weşand û Cinematic Portakal ku di TV8 de weşand hate naskirin. Sevim Gözay, di kanalên wekî Kanal D, TV8, CNN Türk, Atv, Show TV, Habertürk, Sky 360 û TRT xebitî. Di 2001 û 2002an de du caran, ji aliyê Komeleya Rojnamevanên Tirkiyeyê ve bi Xelata Çand û Hunerê ya Televizyonê hate xelatkirin.
Bernameya wê ya dawî "I Wonder with Sevim Gözay" di sala 2020an de di kanala Allianz Motto Music de derket. Gözay di 48 saliya xwe de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Lütfi Kırdar li Kartala Stembolê di 14ê kanûna paşîn a 2021an de ji ber nexweşiya penceşêra lîmfê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî li Goristana Veysel Karani ya li Samandıra hate veşartin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ÖZEL HABER! Ağlatan Veda! Murat Aykul'un Sevim Gözay Paylaşımları Herkesi Derinden Etkiledi! Magazin Noteri 23 Ocak 2021
- Rûpela Fermî ya Facebookê
- Hesabê fermî ya Instagramê
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |