Seyder

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Sayder (ji Şah Hayder) an Seycan (mehlasa wî), dengbêjekî zarê Kirmanckî ji Dêrsimê.

Seyder bi xwar û jêr di sala 1885an (jidayikbûna vî bi duristî naye zanîn) li Pilemoriyeyê li gundê Goma Seydû, nahiya Pirdo Sur, ji dayik bûye. Ji malbata wî re, ya ku bi esle xwe ji ocaxa qizilbaşan a Qurêşanî bû ye, 'Çê Avasî Meşî' hatiye gotin. Di zarotiya wî de malbata wî barê gundê Ciwarikê li qeza Qişleyê dikin. Sayder li vî gundê mezin dibe û neviya helbestvanê navdar Sey Qajî re dizewice. Tê gotin ku Seyder şagirtê Sey Qajî bû ye.

Lêkolîner Huseyin Akar dibe Seyder helbestvanê evînê yê Dêrsimê ye, ji ber ku evîn motîfeke mijarî ya helbestên wî ye. Mebesta wê dilketiyekî cîwanî bûye. Seyder di ciwantiya xwe sewadaliye keçekî dibe, evîna wê jiyan û şiwîna Seyder nişan dike. Di ciwantiya xwe de li ser Trabzonê re diçe Stenbolê ku pere qezenc bike. Ji dilketiya xwe re gotiye:

Ezê biçime Stenbolê, pera qezenc bikim,
ji xwe re parêzerekî bigirim,
ezê li ser navê dil, evînê li hember te biparêzim.

Çawa ji helbestên Sey Qajî têye femkirin, Seyder ji Şerê cîhanê yê yekem birîndar dizivirê Dêrsimê û bi emrê 30-31 salî ve dimire. Gelek stran û kilamên Seyder ji aliyê stranbêjê kurd Sait Baksi hatin berhevkir û di kasetên wî hatin bidengkirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]