Qizilbaş

Qizilbaş, kumsor, sersor an jî kimsor ji kesên baweriya elewitiyê dihewînin re tê gotin.
Heya sedsalên 17-18an peyva elewî ewçend nehatiye bikaranîn, ji bo wan di zimanê tirkomanî (ji ber ku pirraniya tirkomanên Anatoliyayê elewî bûn) de qizilbaş, kimsor û sersor dihate gotin. Keyên osmaniyan komkujiyên mezin li dijî kimsoran li dar dixistin û her carê ew dibûn mesele di nava şerên osmanî û şahên Îranê de. Paşayê osmaniyan ê navdar Yawiz Siltan Selîm ê ku bi komkujiya kimsoran tê nasîn, gihîşte wê encamê ku êdî pişt û hêza qizilbaşan hatiye şikestin, li întegrasyona wan bi sunîtiyê geriya. Keyên osmaniyan di sedsalên dawîn de xwastin qizilbaşan bixin sunî. Ji ber wê gelek pêşengê wan bi dirav û tawîzan kirin wekî xwe. Ji ber wê êdî peyva qizilbaş bi kar neanîn û di şûna wê de elewî bi kar anîn. Elewî ango "Kesên Elî dihewînin". Gorî siyaseta wan bêjeya elewî baştir bû û qizilbaşan nêzîkî sunîtiyê dikir.
Peyvên qizilbaş û kimsor ji pûşiyên sor ên leşker û alîgirên Elî yê kurmamê pêxember Muhemmed tên. Tê vegotin ku alîgirên Elî wisa li xwe dikiribûne.
Çend êlên kurdan jî di nav qizilbaşan de hebûne, wanan êla Çemişgezeg, Pazûkî û Xinûs bû ne[1].
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Van Bruinessen, M. M.. Agha, Scheich und Staat. Berlin 2003
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |