Sirêma berguhêr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Sirêma Berguhêr sirêmeka karevayî ye ko bervajî Sirêma Yekrast anko DC meznahî (matêmatîk) û berê (simta) wê bi awayekê xulanî (sîklîk) dihêt guhartin. Pêlşekila edetî ya SB pêleka sînosî ye. Ev herî zêde kêrayî ya veguhastina hêzê desteber dike. Lê li hindek cihan û jibo hindek karên taybetî pêlên dî yên mîna pêlên sêgoşe û çargoşe jî tê bikaranîn.

Bi awayekê giştî, SB jibo wan karevaya ko digehit malan û karxaneyan vedigirit. Lê sîgnalên bîstarî (audio) û dîtarî (video) jî ko di têleyan da dibihurin her awayên SB in. Di van baran da, armanc destxistina zanyarên nepenkirî anko modulekirî di karevaya SB da ye.