Sirûda neteweyî ya Ketelonyayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sirûda neteweyî ya Ketelonyayê
Els segadors Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Sirûd: 
ZimanKetelanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Awazçêker
  • Francesc Alió Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema weşandinê1899 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Els Segadors (bi kurdî: Pale) sirûda neteweyî ya fermî ya Ketelonyayê ye. Di 25ê sibata 1993an de wek sirûda neteweyî hat qebûlkirin[1][2]. Eslê gotinên stranê serhildaneke paleyên ketelan li dijî keyê spanî Felîp IV e ku di sedsala 17an de qewemî. Sirûd bangî serhildan û parastina azadiya xakê dike.

Helbestvanê ketelan Emili Guanyavents di 1897an de gotinên sirûdê nivîsandin. Guanyavents, dema ku Els Segadors dinivîse hêmanên kevneşopiya devkî bi kar tîne ku berê ji hêla nivîskar û fîlozof Manuel Milà i Fontanals ve di sala 1882an de hatibûn berhevkirin.

Piyanîst Francesc Alió bestekarê sirûdê ye. Alió di 1892an de li gor straneke kevin beste diristîne. Guhertoya herî pêşîn a sirûdê di sala 1900î de tê tomarkirin[3], [4].

Di 17ê sibata 1993an de bi qanûna Parlamena Ketelonyayê Els Segadors wek sirûda fermî ya Ketelonyayê tê ragihandin. Versiyona dengî ya sirûda îro di sala 1994an de bi awayekî fermî hat qeydkirin.

Wêne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]