Here naverokê

Ketelonya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Catalunya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ketelonya
Catalunya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ala Mertal
Sirûd: Sirûda neteweyî ya Ketelonyayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ketelonya li ser nexşeyê
Map
Paytext
41°51'Bk, 1°34'Rh
Zimanên fermî
Zimanên tên bikaranîn
Rêveberî Pergala parlamenter Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Avakirin
 •  Dema avakirinê 801 (County of Barcelona), 1173 (Mîrektiya KetelonyayêLi ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Rûerd 31.895 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
 •  Giştî 8.034.743 (2024) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dirav
  • Euro (1 kanûna paşîn 2002)
  • Demjimêr
    Hatûçûna ajotinê
    • rast Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
    Malper
    https://web.gencat.cat/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

    Ketelonya[1][2] yan jî Katalonya (bi ketelanî: Catalunya bilêvkirina ketelanî: [kətəˈluɲə], bi aranî Catalonha, bi spanî: Cataluña, bi fransî: Catalogne), welatek û civakeke xweser e ku li perava bakurê rojhilatê Spanyayê ye, ku ji hêla statûya xweser ve wekî neteweyek tê destnîşankirin.

    Ketelonya ji çar parêzgehên Barselona, ​​Girona, Lleida, û Tarragona pêk tê. Paytext û bajarê herî mezin Barselona ye.

    Ew ji hêla bakurê Fransa (Oksîtanya) û Andorra re sînordar e, ji rojhilat ve Deryaya Navîn, û ji civakên xweser ên Spanyayê ji rojavayî Aragon û başûr bi Valensiya re. Zimanên fermî ketelanî, spanî û aranî ne.

    Nasnameya gelê ketelan ne spanyol, ne fransî, ne îtalî jî ye. Lê belê, Dadgeha qanûna bingehîn a Spanyayê ketelan mîna gelekî naxwaze pejirandin û Statuya Otonom a Ketelonyayê ya sala 2006 dixwaze biguherîne.

    Prensîbê Ketelonyayê di 1608an de li Antwerpê, Belçîka ji aliyê Jan Baptist Vrients ve hate çapkirin
    • 988 Serxwebûna wîlayetên ketelanî ji Împeratoriya Karolîngî
    • 1137 Yekîtiya bi Aragonê
    • 1283 Makezagonên ketelanî
    • 1714 Cenga welîahtan a texteya Spanyayê di navbera malbata Habsburg û malbata Bûrbon de, dorandina serxwebûna ketelanan
    • 1932 Statuya Otonom a yekem 9 îlon 1932
    • 1979 Statuya Otonom a duyem 18 kanûna pêşîn 1979
    • 2006 Statuya Otonom a sêyem 9 tebax 2006 (ya ku hîna di sala 2010an de ji aliyê Dadgeha qanûna bingehîn a Spanyayê ve nehate pejirandin).
    • 2017 Referandûma xelkê ketelan 1 çiriya pêşîn 2017 û tundiya polîsên spanyol li dijî dengderan û pişt re proseya dadweriya spanyol li dijî tevgera ji bo serxwebûna Ketelonyayê û zîndankirina çalakvan û siyasetmedaran çêbû.

    Ketelonya li bakur rojhilatê nîvgirava Îberî ye. Rûerda wê 31 950 km² û di sala 2006 de jimara niştecihan digehe 7 milyon kesî. Li hawîrdorê herêma ketelonî, parêzgehên xweser ên Valensiya û Aragon, welatên Fransa û Andorra û Deryaya Navîn in.

    Çar herêmên Ketelonyayê

    [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

    Ketelonya ji çar herêman pêk tê: Barselona, Girona, Lleida û Tarragona.

    Bajarên herî mezin li Ketelonyayê

    [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

    Bajarên Mezin ên Ketelonyayê: Barselona, Badalona û l'Hospitalet de Llobregat in.

    Zimanê Ketelonyayê ketelanî ye, lê ji xeynî ketelanî, spanî û zimanê aranî li Ketelonyayê fermî ne. Spanî jî zimanê fermî yê hemû Spanyayê ye.

    Madeya 6ê ya sêyem Statuyên Xweseriya Ketalonyayê yên ku li sala 2006an hatine erêkirin wesa dibêje: "Zimanê Ketelonyayê ketelanî ye. Ketelanî li Ketelonyayê zimanê fermî ye. Zimanê kastîlî jî fermî ye, wek zimanê fermî li hemû dewleta Spanî. Herkesî maf û erka zanîna her du zimanan hene." Madeya 6ê berdewam dibe: "Zimanê okzîtanî, yê binavê aranî zimanê niwala Aranê ye û li Ketelonyayê fermî ye."

    Ketelanî, (bi ketelanî: català bilêvkirina ketelanî: [kətəˈla]) zimanekî romanî ji koma hind û ewropî ye. Zimanê ketelanî ji aliyê 9 milyon kesan ve li Ketelonyayê, li herêma otonom Valensiya, li giravên Balear, li Andorrayê (li Andorrayê zimanê fermî tenê ketelanî ye, lê li vir bi fransî û spanî jî dipeyivin), li Roussillon, û li Alghero jî tê peyvîn. Zimanê ketelanî ji zimanê latînî tê. Ji sedsala XV han û vêde ew di bin bandora spanî ango kastîlî de maye. Her çiqas ev ziman biser spanî de here jî (mînak: cercar / buscar, restar / quedar, vós / vostè, û her wiha). Gerek mirov wî wek zaravayekî spanî nebîne, ji ber ku ew zimanek serbixwe ye.

    Ji xeynî zimanê kastîlî (spanî) yê ku bû zimanê fermî yê dewleta spanî, ketelan bi daxwazeke xort bi zimanê xwe axivîn. Ji bo ku zimanê wan bibe zimanê fermî yê herêma ketelanan daxwazeke wan a xurt hebû. Ev daxwaza wan bi mirina diktatorê Franco re hat cih. Parlamena spanî di sala 2004an de ev daxwaz li komisiyona ewropayê kir, bi seba ku 9 milyon kes li Ewropayê bi ketelanî dipeyivin (zêdeyî maltayî û estonî). Ji bona vê hingê îro (2026) ketelan daxwaza fermîbûna zimanê ketelanî li Yeketiya Ewropayê jî dikin.

    Îro hîn ev daxwaz ne hatiye pejirandin. Têkiliyên zaravayên ketelanî ji 95% in (ji 95% hev fam dikin). Du zaravayên sereke yên vî zimanî hene. Zaravayê yekem keteloniya rojhilat e ku li Barselona, li Girona (bixwîne: Jîrone), li giravên Balear (Illes Balears) û li Roussillon (bi ketelanî: Rosselló, bixwîne: Ruselyo) tê axaftin. Yê diyêm jî keteloniya rojava ye e ku li bakur rojava, li Lleida (bixwîne: Lyêyde) û Valensiya tê axaftin.

    Xwendewariya zimanê ketelanî

    [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

    Li gorî serjimêriya zimanî ya sala 2001ê de, li dor 5.900.000 kesên li Ketelonyayê (95% ji akinciyên herêmê) zimanê ketelanî têdigihên. Ji sediya mirovên ku dizanin bi ketalonî bipeyivin, bixwînin û binivîsin ev in:

    Zanîna zimanê ketelanî (nifûs: 6.215.281)
    Zanîna Kes Ji sedî
    Têgihînê 5.872.202 94,5%
    Axaftinê 4.630.640 74,5%
    Xwendinê 4.621.404 74,4%
    Nivîsînê 3.093.223 49,8%
     

    Destpêka wêjeya bi zimanê ketelanî

    [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

    Bizava Vejandina edebî li Ketelonyayê bi navê Renaixença [Reneşênse]

    [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
      • Helbest:
        • Bonaventura Carles Aribau [Bûneventûre Karles Erîbaw] (1798-1862)
        • Jacint Verdaguer [Jesîn Berdegê] (1845-1902)
      • Çîrok:
        • Narcís Oller [Nersîs Ûlyê] (1846-1930)
      • Şano:

    Edeba ketelanî berî destpêka şerê birakuj (1936)

    [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
      • Helbest:
        • Joan Maragall [Jwan Meregaly] (1860-1911)
        • Eugeni d'Ors [Ewjênî Dors] (1882-1954)
        • Josep Carner [Jûzêp Kernê] (1884-1970)
        • Carles Riba [Karles Rîbe] (1893-1959)
        • Joan Salvat-Papasseit [Jwan Selvat-Pepesêyt] (1894-1924)
        • J.V. Foix [Jote Vê Foş] (1894-1987)
      • Pexşan:
        • Joaquim Ruyra [Jwekîm Rûyre] (1858-1939)
        • Josep Maria de Sagarra [Jûzêp Meriye de Segarre] (1894-1961)
        • Joan Puig i Ferreter [Jwan Pûç î Ferretê] (1882-1956)
        • Miquel Llor [Mikêl Lyo] (1894-1966)
        • Llorenç Villalonga [Lyûrêns Bilyelonge] (1897-1980)
        • Sebastià Juan Arbó [Sebestiya Xûan Erbo] (1902-1984)

    Edeba ketelanî piştî şerê birakuj (1939) û li sirgûnê

    [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
      • Helbest:
        • Salvador Espriu [Selvedo Esprîw] (1913-1985)
        • Joan Oliver / Pere Quart [Jwan Ôlivê - Pêre Kwar] (1899-1986)
        • Joan Brossa [Jwan Brose] (1919-1998)
        • Gabriel Ferrater [Gebriyêl Ferretê] (1922-1972)
        • Miquel Martí i Pol [Mikêl Mertî î Pol] (1929-2003)
        • Pere Gimferrer [Pêre Jimferrê] (1945)
        • Maria-Mercè Marçal [Mariye-Mersê Mersal] (1952-1998)
      • Pexşan:
        • Mercè Rodoreda [Mersê Rûdûrêde] (1909-1983)
        • Pere Calders [Pêre Keldês] (1912-1994)
        • Josep Pla [Jûzêp Pla] (1897-1981)
        • Montserrat Roig [Monserrat Roç] (1946-1991)
        • Terenci Moix [Terênsî Moş] (1943-2003)
        • Quim Monzó [Kîm Mûnzo] (1952)
        • Miquel de Palol [Mikêl de Pelol] (1953)
        • Jesús Moncada [Jezûs Mûnkade] (1941-2006)
        • Carme Riera [Karme Riyêre] (1948)
    • Julio González [Jûlî Gonsalês] (Barselona, 1876-Parîs, 1942)
    • Pau Gargallo [Paw Gergalyû] (1881-1936)

    Çend ketelonên navdar ên li cîhanê

    [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

    Mijarên têkildar

    [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
    1. ^ "Hilbijartinên parlemana Îspanya birêve diçin". Rûdaw. 28 nîsan 2019. Roja gihiştinê 22 hezîran 2023.
    2. ^ Amîrxan (2013). Ferhenga Kurdî-Almanî. Bendê 1ê , Çapa 3ê, Institut für Geographie und Regionalforschung der Universität Wien, Viyena.

    Girêdanên derve

    [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]