Here naverokê

Siyabend û Xecê (destan)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Siyabend û Xecê mîtolojîya evînekî ye ku evîna du ciwanên kurd ên bi navê Siyabend û Xecê rave dike.[1][2][3] Mîtolojî di Zargotina Kurdî de piştî mîtolojîya Mem û Zînê ku li Cizîra Botan qewimiye, di radeya duyem de cih digire. Navê Siyabend li hinek deveran wekê Siyamend û Siyamed jî hatiye gotin. Ev serpêhatî di destpêkê de, çendî ku bi belengazitiya Siyabend li Deşta Silîva dest pê kiriye lê li ser evîn û mêrantiyê hatiye encamdan. Lehengê wê Siyabendê Silîvî ku jê re dibêjin "xwediyê kevanê zêr û zîvî" dema ku ji ber destê jinmama xwe reviyaye, pêşî çûye Geliyê Hewrê û bûye mêrxasê Emer Axa, Axê dota xwe Elîfa bedew dayê, lê wî nevaye û ji wirê çûye Çiyayê Sîpanê Xelatê birayê xwe Qeregêlan dîtiye û ji wirê jî çûye Rojhilata Kurdistanê nêv Eşîra Şikakan û pêrgê Xecê bûye. Ji ber Xecê ve, xwestiye ku her heft birayên Xecê bizewicîne, lê dîsa Xecê nedanê, îcar wî her heft birayên Xecê kuştine û Xecê ji xwe re biriye. Lê li serê Çîyayê Sîpanê Xelatê nêriyê Xezalan hirrek lê daye û di zinêr de werbûye li ser deviya belalûkê ketiye, pîjek li pişta wî ketiye û di singa wî re avêtiye. Li ser vê destana folklorî, heta niha sê pirtêk ji aliyê sê nivîskarên cuda ve hatine nivisandin.

Li gorî vegotinan Siyabend di nav malbateke xizan de ji dayik bûye. Di temenê zarokatiya wî de dayîk û bavê xwe winda kiriye û bi tenê maye. Piştî mirina dayîk û bavê wî apê wî neçar dimîne ku Siyabend bibe mala xwe û piştî demekê, di berdêla lênêrîna wî de, wî wekê şivanê gund bikar dike. Siyabend ku bi apê xwe re dest bi şivantiya pez kiriye hem ji hêla apê xwe û hem jî ji hêla endamên din ên malbatê ve rastî zordariyan hatiye. Rojekê dema ku ew pez dibe çîrînê kevir ji çiyê dikevin xwarê û kevireke li lingê mêşineke dikeve û lingê mêşinê dişkîne û ev yek dibe sedem ku jiyana Siyabend biguherîne. Siyabend difikire ku apê wî pê bihese ku lingê pezê ku ew diçêrand şikestî ye, ew ê bi tundî lê bide û Siyabend û wî ji gund jî derxîne. Li hemberî vê yekê Siyabend ji xwediye mîyê re dibêje ger ku ew ji apê wî re behsa şikestina lingê mîyê neke ew jî li hemberî vê yekê lingê xwe bişkîne. Lê xwediyê mîyê nasekine û bi awayekî bilez diçe ji apê wî re dibêje ku lingê mîya wî şikestiye. Dema apê ku bi yekê dihese bê pirsyar li Siyabend dide û heqaret lê dike piştre Siyabend keriyê xwe yê pez dihêle, ji gund derdikeve û careke din venegere mala apê xwe.[4]

Siyabend difikire ku şevê li derveyî gund, di bin darekê de derbas bike. Dema apê wî dibîne ku ew êvarê venegeriyaye malê, li dû wî diçe û hewl dide ku wî bitirsîne da ku vegere malê. Gava Siyasebend apê xwe dibîne, direve û careke din newêre ku vegere mala apê xwe. Di demekê kurt de Siyabend adapteyê jiyana çiyayan dibe, bi xwarina xwezayî, giya û heywanên ku nêçîra wan dike jiyana xwe berdewam dike. Rojekê dema ku li çiyayan digere li bin dareke radizê û bi razana xwe re xewnek dibîne. Di xewna xwe de dibîne ku ew bi kesekî re pehlewaniyê dike, ew kesê ku pê re pehlewaniyê dike dixe erdê, ew bi ser dikeve û piştre ew û ew kes dibin dostên pir baş.[4]

Piştî demekê, bi awayekî bi awayekê balkêş xewna wî pêk tê. Dema ku li çiya û gundan digere, dibîne ku ciwan li gundekî pehlewaniyê dikin. Nêzîkî wan dibe ku wan temaşe bike. Gundî ji Siyabend dixwazin ku ew bi pehlewanê herî bi hêz re pehlewanî bike. Her kes piştrast bû ku Siyabend di vê pehlewaniyê de winda bike. Piştê pêşbirka pehlewanê dest pê dike, Siyabend dijberê xwe dixe erdê û di vê lîstikê de bi ser dikeve. Piştre pehlewanê têkçûyî çîroka xewnek ku demek berê dîtiye ji Siyabend re dibêje. Xewna ku ew dibêje dişibe xewna Siyabend. Piştre herduyan xewn wek tişteke bi xêr şîrove dikin û dibin dost û heval bi hev re dest bi jiyana li çiyayan kirine. Siyabend û hevalê wî tifaqek xurt çêkirin û bi taybetî ew kesên ku ji zilm û zordariya axa û began direviyan pêşwazî kirine û mal û milkê ji dewlemendan distandin û li feqîran belav dikirin.[4]

Rojeke din a wisa dema ku li dora Çiyayê Sîpanê digeriyan, rastî konekî demkî hatin ku li cihekî dûr hatibû danîn. Ew serdana konê dike da ku armanca wê ya li nav çiyayan bizanibin. Dema ku Siyabend Xecê dibîne ku bi heft xwişk û birayên xwe re di çadirekê de dijî, ew matmayî dibe û dilê wî dilê wî mîna ku ji cihê xwe bipeke dest bi lêdanê dike. Siyabend ji Xecê dipirse tu kî yî û ji ku têyî, Xecê çîroka xwe yê ku axayê gund dixwest wî bi zorê ji xwe re bixaze û ji ber ku wî vê yekê red kiriye, ew û heft birayên wî ji gund hatin sirgûnkirin ji Siyabend re dibêje. Piştre Siyabend jî çîroka xwe yê ku apê wî lê daye, ji ber vê yekê ew neçar maye ku ji gund bireve û wî bi tena serê xwe xwe li çiyayan girtiye ji Xecê re dibêje. Xecê jî ji roja pêşî ve ji Siyabend hez kiriye, evîn û hezkirina di çavên wî de dîbine û bersiva wî dide. Paşê, Siyabend evîna xwe ji Xecê re eşkere kiriye û ji birayên wê re dibêje. Dema ku Xecê û birayên wê ev têkilî qebûl dikin, Siyabend amadekariyên zewacê dike. Ji bo amadekirina zewacê Siyabend diçe gundekî ku hinek tiştan bistîne.[4]

Lêbelê axayê ku Xecê sirgûn kiriye dibihîze ka çi qewimîye, bi mirovên xwe re diavêje ser konê wan, Xecê direvîne û hevalê Siyabend birîndar dike. Dema ku Siyabend êvarê vedigere konê xwe, gava dibîne çi qewimîye, pir xemgîn dibe. Hevalê wî piştî ku axa bi mirovên hatine wî birîndar kirine û Xecê birine dibêje, dimire. Siyabend li vir nasekine û bi dizî diçe gundê ku Xecê lê hatibû revandin û dibe mêvanê kal û pîrekê. Dema dengê dahol û muzîkê li gund belav bû, Siyabend ji kal û pîrê dipirse: "Ev dengên van dahol û muzîkan çi ne?" Dema ku kal û pîran dibêjin, "Axayê gund wê bi keça bedew a bi navê Xecê re bizewice", Siyabend gustîla ji tiliya xwe derdixe, dide jina pîr û jê re dibêje vê bibe mala ku Xecê têde hatiye girtin û bide Xecê. Siyabend ji jina pîr re dibêje "Tu vê gustîlê bide Xecê bila ew bizanibe ku ez li vir im û ew piştrast be ku ez ê wê xilas dikim".[4]

Dema merasîma dawetê berdewam dikir, Siyabend rêyekê dibîne, bi tîrê li dilê axa dixe, Xecê ji cihê ku lê dihat girtin digire û Xecê hildide dîsa ber bi çiyayan ve diçin û ew û Xecê dest bi jiyana li çiyayan dikin. Rojekê dema ku Siyabend di hembêza evîndarê xwe de radizê, Xecê dibîne ku keriyek ji xezelan derbas dibe û dest bi girînê dike. Dema ku ew digirî, dilopek ji hêsirên wê li ser çavên girtî yên Siyabend dikeve û ji nişkê ve ji xewê şiyar dibe. Dema ku Xecê digirî dît, pirsî: "Tiştek qewimî? Çima digirî?" Xecê dibêje, "Ne tiştek e, ez tenê giriyam. Çend kêliyek berê keriyek ji xezalan ji vir derbas bû, gava min ew dîtin ez giriyam." Dema ku Siyabend dizane ku sedema xemgîniya evîndara wî birçîbûn e ji Xecê re dibêje "ka ji min re bêje xezal bi kîjan aliyê de çûn," û li pey xezalan diçe.[4]

Ew di nav çiyayan de, li ber zinaran rastî keriyê xezala tê, bi tîrê li xezalekê mezin û pîr dide û ber bi xezalê ve diçe. Xezal li ser devereke tîşir dikeve dema ku Siyabend hewl dide xezalê hilde, Xezal bi qiloçên xwe li Siyabend dide û Siyabend di tîşirê dikeve xwarê. Siyanbend dema ku ji zinar dikeve xwarê, bi şaxek darekê ku li singa wî ket daliqandî dimîne. Dema ku Xecê dibîne ku Siyabend venegeriyaye, dilgiran dibe û li pey wî diçe. Dengê nalînekê ji zinaran dibihîze û dema ku nêzîk dibe, dibîne ku ew Siyabend e. Xec çi bike bila bike, nikare evîndarê xwe ji tîşira ku ketiye derxe. Digirî, li singa xwe dixe û diqîre. Her çend Siyabend dixwaze ku ew wî bi tenê bihêle û rêya xwe bidomîne jî, Xecê qebûl nake û dertê jor xwe diavêje valahiya ku Siyabend tê re ketibû, ew jî bi heman şaxên ku li singê Siyabend ketibûn birîndar dibe û her du li heman cihê jiyana xwe ji dest didin.[4]

Di çanda kevneşopî de

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di çanda dengbêjî de

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çîroka evîna Siyabend û Xecê bandoreke heyî li ser çanda kevneşopiya kurdan kiriye. Çîrok bi sedsalan li gelek deverên Kurdistanê di nav gel ji bo nifşên nû tê veguhestin. Di heman demê çîroka Siyabend û Xecê di gelek sitranên dengbêjî de cih girtiye ku ji gelek dengbêjên kurd ve ev çîrok wekê sitran hatiye gotin.

Fîlma Siyabend û Xecê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1991an de bi navê Siyabend û Xecê sînevîzyoneke ji destanê hatiye çêkirin. Derhêneriya fîlmê Şahîn Gök kiriye lîstikvanên tirk Tarık Akan di rola Siyabend û Mine Çayıroğlu di rola Xecê di fîlmê lîstine. Fîlma Siyabend û Xecê ku senaryoya fîlmê ji alîyê Hüseyin Erdem ve hatibû nivîsandin, çîrok ji hinek ji sitranên dengbejan cuda ye. Fîlm di dema kişandinê ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve hatiye qedexekirin û pêşandana fîlmê hatiye astengkirin.[5]

  1. ^ Zinar, Zeynelabidîn (1992). Siyabend û Xecê: destan. Stockholm: Pencînar, Weşanxaneya Çanda Kurdî (Kurdiska kulturförl. ISBN 978-91-630-1222-8.
  2. ^ Destpêka edebiyata Kurdî.
  3. ^ Siya evînê.
  4. ^ a b c d e f g "Şeyhmus Çakırtaş | Ramanên çîrokeke evînî ya destanî…". Independent Türkçe (bi tirkî). 21 nîsan 2022. Roja gihiştinê 11 tîrmeh 2025.
  5. ^ "Siyabend û Xecê fîlma destanî û yekem fîlma dublajkirî ya bi zimanê kurdî | soL haber". haber.sol.org.tr (bi tirkî). 20 gulan 2015. Roja gihiştinê 11 tîrmeh 2025.