Mem û Zîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mem û Zîn
Rûpelên yekem ên destnivîsek Mem û Zîn li British Library, Or. 11996, ff. 1v–2r. (1221 PH/1806–1807 PZ)
Nivîskar Ehmedê Xanî
Şêwe Destana Evînê
Ziman Kurdî (Kurmancî)
Dîrok 1692

Mem û Zîn[1] an jî Memozîn[2] pirtûka herî girîng ya Ehmedê Xanî ye. Tê de evîna mezin nav Mem û Zîn tê îfadekirin.

Destana kurd ya neteweyî "Mem û Zîn", bi sedsalan di nav gelê kurd de bi devkî û bi destnivîskî jiyaye. Paşê gelek caran hatiye çapkirin. Cara pêşîn di sala 1919an de li Stembolê; paşê di sala 1947an de li Helebê, 1954 li Hewlêrê, 1957 li Şamê, 1960 li Bexdayê, 1962 li Moskowê, 1968 li Stembolê, 1988 li Ûrmiyeyê û di 1995an de li Swêdê li bajarê Uppsalayê û Şamê, û di sala 2006an de jî li Dihokê hatiye çapkirin.

"Mem û Zîn", bi tîpên latînî cara pêşîn di sala 1968an de, ji aliyê M. Emîn Bozarslan ve li Stembolê hat çapkirin. Mamoste Bozarslan, bi munasebeta 300 saliya Mem û Zînê, ew bi tîpên latînî û bi şîrovekirineke hêja di sala 1995an de ji nû ve çap kir. Ev çap ji metnê orijînal û ji wergera kurdiya xwerû pêk hatiye.

Wezareta Çandî û Turîzmê ya Komara Tirkiyeyê berhema Ehmedê Xanî ya bi navê "Mem û Zîn" di sala 2010an de da weşandin. Di pirtûkê de, rûpelekî de nivîsa orjînal ya ku bi tîpên erebî ne heye û di rûpela din de beramberê wê bi tîpên latînî bi tirkî û kurdî heye. Ji vê pirtûkê 2.500 heb hate çapkirin. Ji van pirtûkan hinek wê li pirtûkxana bên belavkirin û hinek jî wê bên firotin. Ev cara yekemîn e ku wezareteke Komara Tirkiyeyê pirtûkekî bi zimanê kurdî amade dike û dide weşandin.

Her weha nivîskarê kurd Jan Dost jî bi eynî munasebetê ev berhema hêja wergerande ser zimanê erebî û bi şîroveyeke berfireh, ku ew sê caran li paytexta Sûriyê Şam û li Beyrûtê û li Dihokê jî hate çapkirin. Dîsa Jan Dost sala 2007an Mem û Zîn bi kurdiya îro û bi kêş û qafiye nivîsî û tefsîreke berfireh bi kurmancî jê re danî.

Kurdzanê fransî Roger Lescot 25 sala zêdetir li Kurdistan dijiya ji ber ku zimanê kurdî rind hîm be û destanên û mitolojiyên kurd nas bike. Lescot dengbêjan digerand ji bo destana Memê Alan (di pirtûkekê) tijî ke.

Gora Mem û Zînê li Cizîra Botan nû hate restorekirin
Gora Mem û Zînê li Cizîra Botan nû hate restorekirin (2009)

Pirtûk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Xanî, Ehmedê (2010). Mem û Zîn. Terciman: Yıldırım, Kadri. Kadri Yıldırım (Çapa 1. baskı). Beyoğlu, Stenbol: Avesta. ISBN 978-605-5585-38-9. OCLC 741546566.
  • Di sala 1992an de li Tirkiyê fîlmek li ser Mem û Zînê ji aliyê Ümît Elçi ve hatiye çêkirin. Şanoya bi navê “Şoreşa Evînê: Trajediya Mem û Zîn” ji aliyê Kemal Mîraudalî ve ji Kermancî Mîanî re hatiye nivîsandin û di adara 2012’an de li Silêmaniyê hatiye çapkirin.
  • Di sala 2021ê de, tîma anîmasyon dê xeta berhemanîna filmê 3D Mem and Zein bi derhêneriya: Ferdîn Zareî _ Derhênerê Hunerî: Delir Maleki _ Rêvebirê Berheman: Xê Bat Kerîmî bi bikaranîna teknolojiya herî bilind a cîhanê li Senandajê (Sane) dest pê bike. paytexta parêzgeha Kurdistanê Îranê dest bi nasandin û şandina vê berhema mezin a wêjeya Kurdî bo festîvalên cîhanî kiriye

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ M. Emin Bozarslan (1995/2005). Mem û Zîn. Ehmedê Xanî. Weşanên Deng, Swêd/Stembol. Jan Dost (2010). Ehmedê Xanî. Mem û Zîn. Weşanên Avesta, Stembol.
  2. ^ http://tirej.name/pirtukxane/10.pdf (li ser rûpela 11em, ji pirtûka "Mem-o-zin")