Sorkirina tolika tirş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Sorkirina tolika tirş, qelandina/qijilandina tolikê li seranser Kurdistanê hezkirî ye. Standardeke qelandina tolikê nîne. Mirov dikare tenê di nava rûn de biqelîne yan bo mînak savarê jî tevlî bike.

Baş neşon nexweşiyê tîne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tolik hinekê hez ji cihê germ dike. Axa zêde avî ye, ne baş e bo tolikê. Li Kurdistanê tolik tê berhevkirin, çandiniya wê nayê kirin. Beriya ku bo xwarinê bê amadekirin divê baş bê şûştin, lewra vîrusa bi navê Potyvirus (‚Malva vein clearing virus‘, MVCV) bi mêşa Aphis umbrella (Aphis malvae Koch) û Myzus persicae, herdu cureyên Aphididae belav dibin.

Berkelî (melzemeyê xwarinê)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Tolika tirş
  • Savar (bulxur)
  • Xwê (solin)
  • Rûnê malê

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tolikê pakij bişon, hûr bikin, bixaşînin û biguvêşin. Savarê hinekê bikelînin û bi tevî tolixa xaşandî bidin ser agir. Tehma xwe girt, rûn berdin serê û bo servîsê ji ser agir daynîn.