Soza hevala

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Soza hevala[1], anku Soza hevalan (ロミオの青い空 Romio no aoi sora, "Romeo's Blue Skies"), rêzefîlmekî anîme ye ku ji aliyê şirketa Nippon Animation ve hatiye hilberandin. Sernavê bi kurdî "Soza hevala" (Soza hevalan) wergera sernavê erebî "عهد الأصدقاء" " ye. Digel ku "Romeo's Blue Skies" wergera sernavê japonî ye, sernavê resen ku ji aliyê Nippon Animation ve hatiye danîn: "Romeo and the Black Brothers" e. Çîroka Soza hevalan li ser romana almanî Die schwarzen Brüder ("Birayên reş") binyatkirî ye. Ew roman ji hêla Lisa Tetzner ve hatiye nivîsandin [2].

Kesên rêzefîlmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Romeo ; (ロミオ)

Laweke cîwan û çakbîne ku bê dîqata xwe alîkariya mirovên xwe dike. Ew kesûkariya xwe dide Luini ji ber ku bavê wê nikarê perê bijîşkê bisencîne. Romeo diçe li Mîlano li ku ew kar rind hîm dibe û çakbiniya xwe ber na dide . Di pey 10 sal ew Bianca dizewice û Kurê wî wek heval û bûrayê xwe yê mirî Alfredo tê navandin.Romeo ( di romana Die schwarzen Brüder navê wê "Giorgio" ye ) li Sonogno li gundekî Swîsre ji sînora Îtalya de li cem malbateke dilovan mezin bû ye. Bavê wê Roberto cotkar û dayika wê Jessica kevanî ye. Du birayên wê cêwî hene : Carlo û Pietro. Her wiha dapîr û banevankeke kedî wê bi navê Piccolo he . Wexta Romeo mendal bû ew gereka li gundê xwe de zengela xaçxaneyê biçingîniya. Bi rojên bi tav ew bi hevalên xwe ve diçû masîgirtinê. Ew li zeviye garisê ya malbatî bi alikariya bavê xwe jî dikir. Ew bê dîqeta xwe alikariya mirov dike. Bediyekî wê zemaneke dirêj bû dihat li ser Sonogno û gelek malbat biderd bûn . Di nav wan de malbata Romeo jî bû. Wê dem de Luini " Xwedayé mirinê" dihat li gunde seva lawan bike û ji ber ku wan ji wek yarmetkar ji kûlevanên Mîlanoyê bifiroşe. Mixabin Romeo bala Luini dikişand. Xwedayê mirinê Roberto re dixwast ji bo ew Romeoyê 11 salî bifiroşe. Ema Roberto wê ne dipejirand. Ji ber ku Romeo bi peyman ve girêdariya xwe bike Luini zeviya garisê ya malbata Rome dişewitand. Di gava ku wê trajedî de bavê Romeo jêborîna serî hildide û lema kor dibû. Malbata Romeo nikar bûn ji bo Roberto re gazî bijîşkê kin ji ber ku ewna aborê xwe winda kirin. Romeoyê 11 salî mecbûr bû xwe ji xwedayê mirinê bifiroşe ji ber ku bişijk bisencîne ku koriya Roberto tendurist bike. Wexta Romeyo peymana Luini navîşand , bijîşkekî ji Locarno bi navê Baregî dihat gazîkirin û wê jêborîna Roberto li Sonogno tendurist dikir. Romeo malbata terikand û rêwingiyeke dirêj li Mîlano dikir. Wê rêwingiyê de ew Alfredo nas dikir wê Romeo ji sêvfiroşekî ku Romeo bi çewtî wê sûcdar dikir ji ew sêvên wî diziya. Romeo û Alfredeo dibûn herî rind heval. Ew herdu ji aliyê Luini ve ji pêşengên wan dihatin firotin. Romeo ji Marchelo Rossi dihat firotin. Wexta Romeo û Alfredo vediqetin ew na sond dixwin ji ber ku ew hema heval disenin û hevdu dîsa bibînin. Romeo wek pîşeya kûrevan li Mîlano de gelek problem û serfirazî bi çavên xwe dibîne. Ew ji aliyê malbata Rossi tê şkencekirî û komeke lawan wê xwe guran binavdikin ewî cerde dikin. Paşê Romeo û Alfredo hevdu dîsa dibînin. Di pey tevhatina wan Alfredo plana xwe ji ber ku ewna biraderî ji bo kûlevan avabikin û wê paşê zemanê zor de alikariya hevdu dikin. Ew herdu bi kûlevanên Mîlanoyê ve biraderiya Birayên reş avadikin. Romeo û endamên biraderîyê Alfredo wek serkêş radigihînin. Birayên reş di cengên xwe de li ser koma guran li Xaçxaneya San Babila û li Seyrangeha Sempione yê de qezenc dikirin. Serfiraziya mezintirîn ya Romeo wexta ew bi alîkariya Profesor Casella hîmê xwendin dibû. Lawê ku him ne dikar bû  bixwîne him jî binivîse bi alikariya profesorê dilovan  cîhana zanînê nas dikir. Romeo xwendin hîm dibû û him jî wek hevalê xwe Alfredo xwendina pirtûk hez dikir. Wexta Alfredo li Mîlano di zivistanekî sar de ji tuberkuloz de dimiriya , Romeo gelek liberketî bû. Birayên reş û xwîşka Alfredo Bianca ewî bi sozên xwe ve wêrek kirin û wisa Romeo mirina hevale xwe dipejirand.Piştî mirina Alfredo re Romeo dibû serkeşê Birayên reş .

Medyayên din[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Artbook[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

CD[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Romeo no Aoi Sora Drama and Soundtrack Vol 1 WPC6-8128
  • Romeo no Aoi Sora Original Soundtrack Vol 2 WPC6-8138
  • Sora E... (Opening song) Hiroko Kasahara WPD6-9037

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Waar Kovely (27 gulan 2017), Zincîra Kartonî SOZA HEVALA 01 Zimanê Kurdî, roja gihiştinê 20 hezîran 2018
  2. ^ "Romeo's Blue Skies - Wikipedia" (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 20 hezîran 2018.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Soza hevala
ロミオの青い空
(Romeo's Blue Skies)
CureDrama
Anîme rêzefîlm
Kargerî jiKôzô Kuzuha
StudyoNippon Animation
TorFuji TV
Belavbûna 1emîn 15ê çileyê 1995 17ê kanûnê 1995
Beş33