Spî (mêş û mûr)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rişk
Spiya por (Pediculus humanus capitis)
Spiya rûv (Phthirus pubis)

Spî, spih (mirov jî dibêjinê sipî û sipih) an espê (Anoplura) navê komeke ektoparazîtên pehnik e ku li ser guhandaran dijî û xwînê wan dixwe. Ji zêdeyî 500 cureyan pêk tê. Spî rişkan dikin, pişt re rişk dibin nûtik û nûtik jî dibin spî.

Spiya por (Pediculus humanus capitis), spiya kincan (Pediculus humanus humanus) û spiya rûv (Phthirus pubis) dikevin por, rêv û cil û kincên mirovî. Li mirîşk û balindeyan spiya mirîşkan, li ser daran spiya daran û li ser genim spiya genim jî dikarin bên dîtin û gawuk jî dikevin cihên pîs.

Nexweşînên giran wekî tîfûs ji aliyê spiya kincan ve tên borandin mirovî.

Ji ferhenga kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Spiya xwe bi peretî firotin, ji kirêtiyên xwe re di bazara qencan de cih veqetandin
  • Spiyên xwe kuştin, di halê xwe yî xirab de ketin

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]