Bazîd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Navçeya Bazîdê
Doğubeyazıt
Dogubayazit.JPG

Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Agirî
Serbajar Bazîd
Qeymeqam Hüseyin Yılmaz

Hejmara nahiyan 2 nahiye
Hejmara bajarokan 1 bajarok
Hejmara gundan 85 gund

Gelhe (2008) 113.048[1] kes
Rûerd 2.416 km2
Berbelavî 46,8 kes/km2
Bajarê navendî
Koordînat 39°32′55″Bk 44°04′45″Rh / 39.54861°Bk 44.07917°Rh / 39.54861; 44.07917
Gelhe (2008) 66.423 kes
Bilindayî 1.590 m
Koda postayê 04400
Koda telefonê (+90) 472
Nexşeya cihan Tirkiye
Bazîd li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Bazîd
Bazîd

Bazîd an jî Kurdava (tirkî: Doğubeyazıt) bajarekî bi ser parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê ve ye.

Hejmara niştecihan bi qasî 92.000 kesî ye, panahiya erdê wî 2.383 km² ye. Navçe 93 km li rojhilatê Agiriyê ye. Qesra Îshaq Paşa, tirba Ehmedê Xanî, kavilê medreseya Xanî û mîrê kurdan yê navdar Heftbela li vir in.

Di edebiyata devkî û nivîskî de navekî Bazîdê yê berbiçav heye.

Bazîd bajarê ku lê hatiye cîhanê ye. Berî ku em derbarê Miradxan de agahiyan bidin, em ji bajarê wî Bazîdê hinekî xeber bidin û rola vî bajarî ya di warê wêjevanên Kurd de bizanibin. Bazîd di dîroka wêjeya Kurd de taybetiyeke xwe heye. Di Medreseya Bazîdê de gelek helbestvan û wêjevanên Kurd gihîştine. Kurdan ev bajar bi navê Bazîdaxa yan jî bi kurtayî Bazîd binav kirine. Lê tirkan navê bajêr weke hemû gund û bajarên Kurdistanê guhertine û kirine Doxubeyazît.

Bazîd bajarekî Kurdistanê yê gelekî kevnare ye. Dikeve Başûrêrojavayê Çiyayê Agirî. Bajarê kevin di geliyekî teng de ye û bi pênc kîlometreyan dûrî bajarê nû ye. Xirbeyên Seraya Ishaq Paşa di navbera herdu bajaran de cîh digirin. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn bajarê nû pêşket û bajarê kevin hat şemirandin.

Taybetmendiya Bazîdê ji bo Kurdan ev e ku piştî Ehmedê Xanî li wira cîwar bû, êdî bajar bû navendeke çand û wêjeya Kurdî. Gelek wêjevan, helbestvan û nivîskarên Kurd di Medreseya Ehmedê Xanî de gihîştin. Ji çend kesên navdar ku di vê Medreseyê de xwendin û bi nav û deng bûn yek jî, Miradxan e. Digel Mirad Xan helbestvan ê wêjevanên din ku di Medreseya Bazîdê de gihîştin ev in, Îsmaîlê Bazîdî, Mele Mahmûdê Bazîdî û Xelîfe Yûsiv.

Galeriya wêneyan[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]


39°32′55″Bk 44°04′45″Rh / 39.54861°Bk 44.07917°Rh / 39.54861; 44.07917

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)