Spî (reng)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Spî
 
Rengên Webê#FFFFFF
sRGBB  (rgb)(255, 255, 255)
CMYKH   (c, m, y, k)(0, 0, 0, 0)
HSV       (h, s, v)(-°, 0%, 100%)
Çavkanî[Unsourced]
B: Asayîkirî heta [0–255] (byte)
H: Asayîkirî heta [0–100] (sed)

Spî rengek e, ronahî û paqijiyê tîne hiş. Di nav rengan de yê ronîtirîn e. Spî hemî rengên din dihewîne, di nav spî de rengên din dikarin bi hesanî bi zelaliya xwe ya resen bêne dîtin.

Beriya Isaac Newton spî wekî rengê xwezayî yê tîrêjê dihate zanîn, lê îro em dizanin spî hemî rengan dihewîne. Mirov dikare ji rengên kesk, şîn û sor spî derîne.

Etîmolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Spî weke navê rengekî ji peyva "kwintos" ya ku ji zimanê Proto-Hindo-ewropayîye tê û wateya wê jî beriqîn ango şewqdan,ronîdan e.(Etîmolojiya berfireh)

Spî rengê alê teslîmbûnê ye. Spî rengê fîstanê bûkên bermirad e. Spî di mîtologiyê de tê wateya mirine, herwekî kefen jî spî ye. Spî ji ber ku tê de qirêj nîne, sîmbola paqijiyê û dirustiyê ye. Ji bo Kurdên Êzîdî "Êzîdî ye, cilspî ye" tê gotin ku bi vê gotinê merdî, dirustî û paqijiya Êzîdiyan tê fêhmkirin.

Spî di gelek navên cografîk de derbasdibe. Bo mînak, Koyê Spî, Derya Spî hwd.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wîkîferheng Wîkîferheng: spî – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir