Spiyaw

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pudrayên nûjen rengîn in.

Spiyaw cureyek ji pudrayê ye, di kozmetîkê de bi spîkirina demûrûyê tê bikaranîn. Di zimanê kurdî de herwiha bo hemiyan jî pudra tê bikaranîn. Carnan tevlîhevî derdikevin.

Jê re pudraya rûyê jî dibêjin. Spiyaw bo xemla rûyê ye. Lê ji ber ku ew jî pudrayek e, bi navê giştî pudra (ji fransî poudre, latînî pulvis) jî tê binavkirin.

Pirr berê ji ardikê dihatibûye çêkirin. Niha ji têkelên talk, kalsiyûm, devtî, karbonat, çînkoyê tên çêkirin.

Pudrayên din[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Pudraya kurkirinê, ya traşê
  • Pudraya birînê
  • Pudraya ziwakirinê (bo mînak bo pitikan)
  • Pudraya kaxezê, di çapkirinê de bo kaxez bi hev ve nezeliqin