Surrealîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Surrealîzm an surrealî an jî bi kurdî dererastîtî, bizaveke hunerî ye.

Di sala 1924an de li Fransayê derketiye holê. Surrealîstan bi bizava Freud ya psîkanalîzê dest bi hizrên xwe kirine. Hunermend, bi derxistina binhişiyên xwe berhema xwe pêk tînin. Aqil û bivac li gorî wan bêqîmet e. Tiştê ku mirovan beralî dikin dozîn û binhişî ne. Li gorî vê bizavê; di berhemeke wêjeyî de li cem xêrên xwe gunehên xwe jî, li cem tevgerên rewiştî yên nerewiştî jî bê hebin. Damezrînerên vê bizavê, di serê jiyana xwe ya hunerê de di bin bandora dadaîzmê de mane. Surrealîzm; aqil, kevneşopî û xurkan ji venêranê dûr dixe û tiştên di binhişiyê de dipejirîne. Ango girêka bi rastiyê ve qut dike û ji xwe re rêyeke din a rastî diafirîne. Gerek gotin, nivîs an jî bi cureyeke din bê hizir bizava heqîqî vebêje û otomatîzmeke giyana safî bide.

Hin nivîskarên bijarte yên bizava surrealîzmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Louis Aragon (1897-1982), Pierre Reverdy (1889-1960), Philippe Soupault (1897-1990), Benjamin Perret (1899-1959), Robert Desnos (1900-1945), Jacques Prevert (1900-1977), Rene Char (1907-1988), Rene Crevel (1900-1935), Andre Breton (1896-1966), Paul Eluard (1895-1952), Orhan Veli, Cemal Süreyya û İlhan Berk[çavkanî hewce ye].

Hin wênesazên bijarte yên bizava surrealîzmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Salvador Dalí û Marc Chagall.