Swatch

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Swatch
Swatch Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Trademark Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Logoya Swatch
DewletSwîsre Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 1983 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Damezrîner
  • Nicolas Hayek Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê baregehê
Malperwww.swatch.com/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Swatch şîrketa saetan ya swîsrî ye ku di sala 1983an de ji hêla Ernst Thomke, Elmar Mock û Jacques Müller ve hat damezrandin. Ew pargîdaniyek The Swatch Group e. Navê Swatch ji kurtkirina "second watch" (saeta duyem) tê.[1][2] Bingeha wê li bajarê Biel/Bienne, Swîsrê ye.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nicolas G. Hayek (1928-2010) wek bavê Swatch tê hesibandin. Lê planên Swatcha orîjînal ji aliyê du endezyarên ciwan Elmar Mock û Jacques Müller hatin amadekirin: Wan di gulana 1980an de planên xwe ji Ernst Thomke re pêşkêşkirin, yê ku rêvebirê kargeha ETA ya li Grenchenê bû. Di wê demê de pîşesaziya saeta Swîsreyê ji ber zêdebûna saetên ji rojhilata dûr qels bû û ew dixwestin pîşesaziya saeta Swîsreyê ji nu ve xurt bikin. Bi vî rengî saeta Swatchê di 1ê adara 1983an de li Zurîhê hate pêşkêşkirin.

Dîroka teknolojiya Swatchê di sala 1978an de bi pêşkeftina Delirium, saeta herî zirav a cîhanê, dest pê dike, ji ber ku hilberîna Swatchê saya teknolojiya hilberîna vê saetê pêk hat.[3]

Ji wê demê ve marqeya Swatchê pîşesaziya saetan her û her guherî û bi serkeftina xwe pîşesaziya saeta Swîsreyê xilas kir. Gelek berhemên teqlîd derketin piyasê, mînakî saeta M-Watch di 24ê sibata 1983an de ji aliyê şîrketa Mondaine ve hefteyek berî Swatchê hate pêşkêş kirin.

Ji sala 1984an ve, di bin çavdêriya Nicolas Hayek de, saeta plastîk a hêsan bi serfirazî li çaraliyê cîhanê hate firotin. Danasîna marqeya nû di destpêka salên 1980î de bû sedema ji nû veavakirina pargîdaniyên saetên swîsreyî û pîşesaziya demjimêrê ya swîsreyê karîbû pêşengiya bazara cîhanî ji nû ve bi dest bixe. Di sala 1987an de, Peter Petersen wekî CFO beşdarî Swatch bû. Piştî demek kurt ew bû CEO û heya 1998 şîrketê da meşandin. Bi saya wî marqeya Swatch ji salên 1990î vir ve xwediyê populerbûneke mezin e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Swatch - Swatch Group". www.swatchgroup.com. Roja gihiştinê 16 kanûna paşîn 2023.
  2. ^ "Swatch Group history - Swatch Group". www.swatchgroup.com. Roja gihiştinê 16 kanûna paşîn 2023.
  3. ^ "Kronolojiya Swatchê li ser malpera swatchforum.com". www.swatchforum.com (bi îngilîzî). 29 gulan 2010. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 gulan 2010. Roja gihiştinê 16 kanûna paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)