Têlan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Têlan (bi tirkî: Oyacık) gundekî nêzîkê Misircê ye. Tenê 4 km aliyê rojhelatê navçeyê dikeve. Tevahiyê gund 70-80 mal e û nizî 600 kez li Gund dijin. Gund ne tenê babikekin; 8-10 babik hene. Gundî gellek koçber buna, ewqas ku hinek dibêjin heger kes ji gund koc nekirî bûya kî dizane heta niha nifusa Têlanê bigihîsta 20 hezaran. Axlebê gund koçberê Misircê, Batmanê, Stenbolê û Aydinê bûne.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tê gotin ku Têlan gundeki gelek kevn e. Gund, dema padişahê Osmaniyan, Yawuz Siltan Selim de diyarê Şêx Hesen hatîye kirin. Wê dema Têlanê di nav gelek gundê heremê de, tenê çend gundê misilmana, yek jî Têlanê bu. Heta demekê nêzik de jî Têlanî bi navê gundê Qadiriyan dihat biranin.

Debara gund li ser çandiyê ya. Minak; genim, ceh, nîsk, nok, û petîxin. Teybetî petixên Têlanî di nav heremê de nav û dengîn. Bela tama betîxên Têlanê cûde û cûdenin. Gelek navên van petîxan cudane.

Girûz, naylon, şeberix, şemamok, ûşî wek têne naskirin.