Misirc
Misirc Kurtalan | |
![]() Dîmenek ji Misircê
| |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Sêrt (parêzgeh) |
Serbajar | Misirc |
Hejmara bajarokan | 3 bajarok |
Hejmara gundan | 52 gund |
Gelhe (2008) | 56.282[1] kes |
Rûerd | 1.005 km2 |
Berbelavî | 56 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2008) | 28.004 kes |
Koordînat | 37°55′35″Bk 41°42′4″Rh / 37.92639°Bk 41.70111°Rh |
Bilindayî | 700 m |
Koda postayê | 56500 |
Koda telefonê | (+90) 484 |
Misirc (bi tirkî: Kurtalan) navçeyek ji navçeyên Sêrtê ye, li Bakurê Kurdistanê li Deşta Xerzan dimîne û cihê xwe li quntara çiyayê Gurdilan vegirtiye, ji eşîra Pencînaran re jî wek paytext tê hesibandin. Tirkan navê Kurtalan lê daniye. Ango Qada Kurdan.
Navê Kurtalan ji navê wî çiyayê ku dibêjinê "Gurdilan" hatiye girtin. Ev çiya biştî rûxandina Şoreşa 1925an, Dewleta Tirk bi temamî daye erebekî sêrtî û navê wî jî daniye "Mîrê Gurdilan" lê piştî çend salan zilamê ku Mîr bûye, nikaribûye gundên kurdan li hev rabigire, dest jê berdaye û çûye. Li ser Mîr meselokek jî di nava xelkê de heye, dibêjin: "Mîrê Gurdilan, fitilî li qaçilan."
Çiyayê Gurdilan, pir xweşîk e û xwe ji herêmê re kiriye mîna sîber û tabî. Piraniya gundên her heft bavikên eşîra Pencînaran li vî çiyayi dimînin û 15-20 gundên wan jî li deştê ne. Gundên wisa xweş, avî, bi dar û fêkî hene ku heta ketine gotinên Pêşiyan, weke: "Eynik û Eyndar, Bêkend û Minar, xweştir in ji textê xwendkar" hatiye gotin. Navê "Gundilan" tê wateya cihê kurdan. Kesên ku li vê herêmê dijîn wek "Gurdilî" têne bi navkirin.
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Bêkend
- Bîşêra Jorî
- Bîşêra Xwarî
- Eyndar
- Eynik
- Eynqesir
- Kanîgewrik
- Qadiya
- Sarîb
- Serendê
- Sindiya
- 1-Siya
- Qadiya
- Zoqeyd
- Zoqê
- Minar
- Dêgan
- Hemdûna
- Kirîva
- Pîrişmê
- Babosî
- Çayê
- Têlan
- Baqirdê
- Kotîba Jorî
- Kotîba Jêrî
- Cimzerq
- Şêx ûnis
- Dêr
- Bêlekê
- Ewtê
- Badayê
- Cefanê
- terno
- Bastokqa,
- Paloniyê,
- Batasê,
- Girê,
- Darê,
- Başura,
- Telîba,
- Mêlha,
- Qinask,
- Zêwkê,
- Xinduka,
- Searta,
- Kevirhemo,
- Kanîkerwana,
- Hishis,
- Hekemiyê,
- Eynmihemed,
- Titinê,
- Batran,
- Bîrakurêdya,
- Xatma,
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]