Ebubekir Pamukçu: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
FoxBot (gotûbêj | beşdarî)
B robot serzêde kirin: diq:Ebubekir Pamukçu
Rêz 10: Rêz 10:
[[Kategorî:Bozkurtlar|Pamukçu, Ebubekir]]
[[Kategorî:Bozkurtlar|Pamukçu, Ebubekir]]
[[Kategorî:Şerê psîkolojîk|Pamukçu, Ebubekir]]
[[Kategorî:Şerê psîkolojîk|Pamukçu, Ebubekir]]

[[diq:Ebubekir Pamukçu]]

Guhartoya 07:53, 2 çiriya paşîn 2009

Ebubekir Pamukçu (*2'ê avrêlê 1946 li gundê Badûran a Çêrmik a Amedê - 18'ê tîrmehê 1991 li Enqere) yek ji giregirên MHP ên berê û serokên projekta veqetandina Dimiliyan (Kirmanc, Kird, Zaza, Ginî hwd) ji Kurdên din û damezrandina dewleta bi navê Zazaistan e.

Perwerdeya mamostetiyê dîtiye û gelek salan mamostetî kiriye. Di nava refên hêzên rastgîr (Ülkücüler, Bozkurtlar) cihdigire û li dijî Kurd, çepgîr û sosyalîstan têdikoşe. Di rojname û kovaran de "Tirkbûna Kurdan" tîne zimên. Bi navê "Kurtuluş Savaşı - Şerê azadiyê" pirtûkek di sala 1970'î de diweşîne û pesnê avabûna û têkoşîna dewletê li dijî dijminan dide. Bi qasî demek kurt têkilî bi Doğu Perinçek re datîne û piştî ku Perinçek ji aliyê çepgîran ve giran tê birîndarkirin, têkiliya xwe înkar dike.

Wekî endamekî dewletê dikeve nava hin kom û hizbên Kurdan û sîxuriyê dike lê di demeke kurt de tê pêderxistin. Di sala 1984'î de rêxistineke Kurd ê bi navê Pêşeng bi daxûyaniyekê dide îlankirin ku ev kes ketiye nava refên rêxistina wan û ew peyayekê dewletê ye. Li ser vê daxûyaniyê Pamukçu êdî xwe venaşêre û dibêje "Erê wisa bû lê niha êdî nêrînên min hatine guhertin. Min têkiliya xwe biriye û êdî ez doza Zazayan dikim kû ew ne Kurd in". Tê gotin ku di heman salê de şerê çekdarî yê PKKyê destpêkiriye û dewlet dixwaze Kurdên Bakur wekî çawa berê bi Elewîtî - Sunnîtiyê ji hev parçedikir û bêhêz dihîşt îcar pedivî bi projekteke nû hebû û Pamukçu jî di vê projektê de cihdigirt heya mirina xwe.

Di sala 1984'î de kovareke bi navê Ayre û di sala 1987'î de jî Piya dertîne û navê Zazaistanê bikartîne. Ew bi nexweşiya şêrpenceyê jiyana xwe jidestdide.