Şêrpence

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Şêrpence (bi Inglîzî cancer, bi Erebî seretan) sinfek ji nesaxîan e ko saloxeta wê a herî berçav dabeşbûna jikontrolder a xaneyan û şîyana van xaneyan jibo êrîşkirina bo ser şaneyan e. Ev êrîşkirin bi du awayan çê dibit: rastûrast hingavtina şane û xane ên hevsî (dagîrkarî) an belavbîna jibo şaneyên dûrtir (mêtastaz an mêtastasîs). Metastasîs ew qonaxa belavbûnê ye ko xaneyên şêrpenceyê bi rêya xwînê an lîmfê dihên birin bo cihên dûr. Şêrpence dikarit hemî jiyan tûş bikit, lê metirsiya wê bi navsalveçûnê zêde dibit. Reng e yek ji sedemên vê ew bit ko zîyanên digehin DNA'yê li jiyê mezin zêdetir dibin. Şêrpence li welatên werarkirî yek ji sedemên serekî yên mirinê ye.

Gelek coreyên şêrpenceyê hene.