Gotûbêj:Kîpros
Ev rûpela gotûbêjê ji bo nîqaşên li ser pêşvexistina Kîpros e. Ev ne forumek e ku li ser mijara gotarê nîqaşên gelemper li dar bixin. |
Polîtîkayên gotaran
|
Çavkaniyê lê bigere: Google (kitêb · nûçe · zanyarî · wêneyên azad · WP çavk) · JSTOR · NYT · Kitêbxaneya WPyê |
Ev level-4 gotara bingehîn li gorî mîzana Wîkîpediyayê ya nirxandina naverokan wekî sinifa Şitil hatiye sinifandin. Ev têkildarî van Wîkîprojeyan e: |
||||||||
|
Kibris rast e lê ne Qubris
[çavkaniyê biguhêre]Bi fîkra min navê Kibrisê wek Qubris bi şaşî hatiyê nivîsandin. Gerek Q tîpa destpêk nabe, ê rastîn tîpa K ye, wusa hatiye bikaranîn, bila rast bibe kû pêşeroj de şaştî kem bibin.
Pir caran li destpêka de tîpa Q henin kû wek herdemê jî ne rast in, lê ev îdyomekî bajarên kû nezî welatên Arab(Ereb) in. Kesên hene Oqyanûs bikartînin ev jî ne rast e. Rast herdem arabî nîne. Hîkûk jî yewnanî ye lê em çima Hiqûq bi kartînin hîn jî ez fêm nakim. --Webmaster 11:04, 13 rezber 2007 (UTC)
Dema we xweş be; Hevalê delal Webmaster ez jî wê fikrate de me ku li ser navan divê nîqaş bê meşandin. Li ser navê welatan ez nikarim tiştekî bêjim, lê divê were nîqaş kirin ne tenê li ser Qubris/Kibrisê, her wiha li ser Emerîka/Amerîka, Elmanya/Almanya û yên din bila nîqaş were meşandin. Pêşî ez dixwazim şaşiyeke te rast bikim bi destûra te. Peyva Hiqûq -Bi rastî nizanim ez çima wilo bikaranîm, belkî ji ber têsîra tirkî be. Tirk jî bi şêweya Hûqûq bikartînin.- EV peyv ku ingilîzan jê re dibê jin "law" ne peyvekî Yewnanî ye, ev peyvekî erebî ye û ji peyva heq -maf/right- çêbû ye. Bi hizra min Hiqûq an go wek te bikaranî Hîkuk, bi min xweş nayê û tu wateyek jî nade min, di ferhenga de ji bo peyva Hiqûq/Lawê peyva Mafnasî hatiye nîşandayîn. Ev peyv ji peyv Hiqûqê çêtir û baştir e li gor nerîna min.
Her wiha spasiya te dikim ku te ev nîqaş vekir, divê qaîdêyên wîkîpediyaya kurdî hebe. Di navê mehan, navê welatan, navê karan. û yên din. Ez naxwazim zêde dirêj bikim. Li hêviya bersîvên xwişk û birayên delalim. Di gel silavên biratiy. --66.90.118.45 11:28, 13 rezber 2007 (UTC)
- Xûşk birayên feqîr çi bêjin.. Zanayên me bi hev nekirine ku em bikin. Tê bîra min wextekê tîpa "I,i" wekî tirkî dinivîsandin û heya bigire şerê i û î ye dihate meşandin. Ji me re saziyeke taybet a zimanê Kurdî divê. Tu serê hêz û partî û saziyê me jêbikî, hewla xebatên wiha neteweyî nakin. Ji Bakur heya Başûr rewş wiha ye. Ewçend zanko hene li Başûr ji xeynî karên zanistî û neteweyî her tiştê dikin. Bakur ji xwe hîç Kurdî nekiriye kar û armanca xwe. Îcar armanca min ne belavkirina bêbaweriyê ye, destnîşankirina dawiya çûyîna hin seferan e.
Wekî pêşniyar:
[çavkaniyê biguhêre]1- Em hinek jî bisekinin belkî zimanzanên me pirtûkeke cografîk biweşînin. Te hew dît bû. Heger ne bû, em (ango serî de hevalên admîn) bi serê xwe biryar bidin navên standart ên cografîk binivîsînin. Herwekî bêjeyên ku li ser nakokî hene (Elmanya, Emerîka hwd). 2- Rast e, devoka Botanê (di Kurmancî de) bingeh girtine lê hemî tiştên Botanê jî ne têkûz û bêhempa ne. Bo mînak karakterê zimên ji ber nêzîkbûna Ereban gelek heliyaye li Botanê. Erê ji aliyê dewlemendiya peyvan ve baş e lê karakterê Kurdî gelek xerabûye. Celadet wan, di wextê de nedikarîbûn alternatîveke din jî bibînin. Lê niha derfet gelek in. Em wikîpedîst çi bêjin û bikin, vala ye. Lewra gelê me ne me, lê slogan û hêzên polîtîk guhdarî dikin. Xebata damezrandina saziya zimên a taybet jî tenê dikare bi destên wan (pêşengiya wan) were holê. Kalê nemire bihar tê, pîrê nemire pel û pincar tê.
Tu her bijî 66
[çavkaniyê biguhêre]66 kê ye, hevalê ku bersîv daye ye, ango herdu hejmarên serî yên IPa wê ye. Bersîva wê gelek têrbar e. Hiqûq ne bêjeyeke Grekî ye, ya Ereban e. Li Botanê dengên Ereban gelek ketine ziman. Dîsa devoka Mêrdînê jî gelek deng û bilêvkirinên Erebî dihewîne. Em ne mecbûr in wekî Tirkî Kibris, Hukuk hwd binivîsînin lê em mecbûr in yekê bingeh bigirin. Ev e movika guftûgoya me. --Bablekan 19:57, 13 rezber 2007 (UTC)
Pêwistiya bi nîqaşê
[çavkaniyê biguhêre]Hevalê/a Bablekan di nêzîkde ezê bibim endam jixwe berê jî min ne bi awayê ez endam bim di wîkiyê lo gorî derfet û îmkanan min gotaran lê zêdedikir û caran sererastiyan dikir. Heta ez bibim endam tu bixwazî tu dikare bêje şêstûşeş :). Belê pirsgirêkên zimanên me hene, carna weke gelek kesan ez jî bikim nekim belkî di nav nivîsan de devoka bikartînim. Divê em li hemberî hev bi tolerans bin. Wek te jî anî ziman pirsgirêkên me yên ziman û rastnivîsê hene ku bi rastî nayê nîqaşkirin. Lêbelê ji bo pêşxistina wikipediyayê divê tiştek bê hilbijartin. Ingilîziya min di astake ne baş de ye, ez dikarim ji çavkaniyên tirkî qaîdeyên rastnivîsê û bikaranîna navên biyanî lêkolîna bikim, lê bawer bikin hîn di zimanê tirkî de jî ev mesele hê nehatiye çareserkirin. Divê kesên ku di zimanên cihanî de şareza bin. Ango kesên ku bi zimanzaniyê mijûl dibin divê li ser qaîde û zagonên bikaranîna peyvên biyanî lêkolîna bikin û bi me re parve bikin. Tiştek bala mi kişand ez carna di wikiyên din jî dişopînim li wir li ser gelek meseleyan nîqaş têne meşandin, lê di wîkîya kurdî de ev zêde pêk nayê. Di hejmara yekemîn ya Rojnameya Kurmancî ya Enstîtiuya Kurdî ya Parîsê de li ser navên welatan lîsteyek hatibû bikaranîn.
Bi rastî ji ber ku zimanê min ne heqes bihêz e, ez nikarim tiştek bêjim lê wek min di peyama xwe ya din de jî gotibû, divê di wikipediya ya kurdî li ser çend tiştan biryarên hevbeş bê girtin. Ev biryar heger ji aliyê zimanzanan di pêşerojê de şaş jî bê nîşandayîn wê demê ev şaşî dikare bê rastkirin. Niha ez dixwazim van tiştan bêjim bimînin di nav xêr û xeşiyê de.
Ha tiştek din heye ku ez dixwazim bêjim, di wikipediya kurdî de bi rastî yekîti û armancek heye ew jî zimanê kurdî ye. Ez dixwazim hemû beşdarvanên vê projeyê keda wî çiqes be ne girîng e ji dil û can pîroz bikim. --66.90.118.45 21:59, 13 rezber 2007 (UTC)