Here naverokê

Frankenstein

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Guhartoya 13:20, 6 nîsan 2018 ya ji aliyê Avestaboy (gotûbêj | beşdarî) (Rûpela nû: "Nivîskara îngilîz Mary Shelley di 30'ê gelawêja 1797'an de hatiye dinê û di 1'ê reşemiya 1851'ê de li Londonê miriye. Romana wê "Frankestein yan jî Prometheusê Nûjen...") ve
(cudahî) ← Guhartoya kevintir | Guhartoya niha (cudahî) | Guhartoya nûtir → (cudahî)

Nivîskara îngilîz Mary Shelley di 30'ê gelawêja 1797'an de hatiye dinê û di 1'ê reşemiya 1851'ê de li Londonê miriye. Romana wê "Frankestein yan jî Prometheusê Nûjen" bi kurtahî ku tê zanîn "Frankenstein" di 1'ê rêbendana 1818'an de hat weşandin. Ew roman wekî yek ji çîrokên pêşî yên cureyê tirsnakê yê nûjen tê hesibandin. Di romanê de qala çîroka zanyar Viktor Frankenstein dike ku ew ji bedenên bêrih cinawiran çêdike û bi hêrs û tolhildanê mirovan dikuje.Tê gotin ku nivîskar di bin bandora Galvanîzm a wê demê de ev romana xwe lêkiriye. Ev ciribîn nîşan dide ku dema elektrîk didin laşê kesê/a kidî ew dibe sedema herikînen û mirî ji nû ve zindî dibe. Mary Shelley di pêşgotina romanê de wisa nivîsîbû: "Divê xwendevan newêre li dora xwe binêre, xwîn di rehê wî/ê de bicemide û dil bilez lê bide."

Yekem car di sala 1910'an de fîlmekî bêdeng ji çîroka vî romanî hat kişandin.

Derhêner James Whale di sala 1931'ê de ji vê romanê fîlmekî kişand û Boris Karloff serlîstikvaniya wê kir; fîlm di nav yek ji fîlmên navdar cih girt. 

Fîlm li Cenevreyê tê kişandin, li Meydana Plainpalais peykerê Frankestein heye ku hê jî bala tûrîstan dikişîne.