Terapiya elektrokompûlsîv

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Terapiya elektrokompûlsîv (ECT) cureyekê tedawîkirina nexweşiyên derûniyê ye, ango psîkologiyê.

Wekî tê zanîn sîstema neurologiyê yan jî selûla (hucre, çêhand) elektrîkê bikartînin. Wekî kabloyan, mesajên mêjî radigihînin selûlayan. Berê de pisporan xwastine bandorê li vê sîstemê bikin û hin probleman safî bikin. Demekê dirêj magnetîk hatine bikaranîn. Di destpêka sedsala 20emîn de ECT hatiye keşfkirin. ECT elektrîkdayina sîstema neurologiyê ye.

Îro pirr zêde nayê bikaranîn, lewra hin caran ziyanê dide. Li gelek welatên Ewropa hatiye qedexekirin. ECT elektrîkê dide mejî ku navenda sîstema neurologiyê li vir e. Helbet elektrîk di frekansên nepirrzêde de tê dayîn. Wekî çawa radyoya mirov xirab bibe û mirov yekê lêde, ECT jî wisa ye. Hin caran radyo dîsa dişuxile. Piştî bikaranîna ECTyê hin caran nexweşiyên psîkologîk ên bingeh-laşî wekî mûcîze saxdibin.

ECT di hin tabloyên şîzofrenî de, derkirina obsesyonan de, hin tabloyên psîkopatologîyê de hwd tê bikaranîn. Ji ber ku li Kurdistanê yasayên tendurustiyê di destê sazûmaniyên dagirker de ne û wekî li Tirkiyê neqedexe ye, pirr zêde ECT tê bikaranîn û mixabin gelek mirov jiyana xwe jidestdidin. Bikaranîna ECTyê bi xetere ye, pispor wekî metoda herî dawî bikartînin. Ji bo bikaranîna ECT yê perwerdeyeka taybet divê.