Termodînamîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Anîmasyonê motorê yê ku hatiye hêsankirin.

Termodînamîk, beşa fizîkê ya ku peywendiyên di navbera enerjiya tînê û enerjiya kînetîk de dinirxîne ye. Bi vegotineke hêsan termodînamîk, bi transfera enerjiyê ya ku ji cihekî heta ji cihekî din re berdewam dibe, pê têkildar dibe.Têgîna girîng a ku di vî pêvajoyê de tîn e.Tîn teşeyekî enerjiyê yê ku ji karekî mekanîk re lê tê ye.

Têgîna Temodînamîkê bi Yewnanî, pevgihana peyvên thermos(tîn) û dynamic(enerjî) pêk hatiye. Ew bi têgînên fizîkî wekî enerjî, tîn, kar, entropî û ekserjî têkildar dibe.

Sadi Carnot(1796-1832), Ew wek damezrînerê zanista termodînamîkê tê qebûlkirin

Termodînamîk her çiqas bi danûstendina enerjiyê têkildar bibe jî, bi leza van pêvajoyan têkildar nabe. Jiber vê yekê gava ku termodînamîk tê gotin asasî termodînamîka hevsengiyê tê alazkirin.Bi bûyerên ku bi dem ve girêdayî ye, termodînamîka ku ne di hevsengiyê de ye pê re têkildar dibe.

Guherbarên Termodînamîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Van guherbaran bi giştî bo terîfkirina sîstema bixwe an jî bo mercên hawirê tê bikaranîn. Ên herî pir tê bikaranîn ev in.

Guherbarên Mekanîk:
  • Pestan(bi Îngilîzî: Pressure):P
  • Qeware(bi Îngilizî: Volume):V
Guherbarên Îstatîstîkî:

Di gelek sepanên Termodînamîkê de, dema ku yek an jî ji yekê pirtir guherbar wek westar tê pejirandin, guherbarên din li gorî vana çawan diguherê tê vekolandin.Bo nimûne mirov dikarê zagona gaza îdeal bide.

Di vî hevkêşeyê de R neguhera gaza gerdûnî ye.

Qanûnên Termodînamîkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qanûna Sifirem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Du sîstem ku bi hev re di halî hevbandorî de ne û rewşa wan bê guherîn bimîne ev çax Qanûna sifirem dibêje ku ev her du sîstem bi hev re di halî hevkêşeyê de ne. Eger her du sîstem jî bi hev re rewşa hevbandorî de bibin û di navbera xwe de jî transfera tînê nekin, ev çax jî ev her du sîstem bi hev re hevkêşeya tînî de ne.

Qanûna Yekem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qanûna yekem ya Termodînamîkê wek parastina enerjiyê jî tê zanîn. Li gorî vê qanûnê ev rewş wisa tê nîşandan.

U2 – U1 = Q – W

Enerjî ji tunebûniyê çê nabe û ji hebûniyê jî winda nabe bi tenê ji lewnekî derbasê lewnekî din dibe.

Qanûna duyem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her sîstemên girtî dixwazin ku bigihîşîn halê hevkêşeyê. Di vî halê hevkêşeyê de gava ku entropî asta herî zêde de ye, tebaba enerjiyê ya ku kar bi wê tê kirin sifir e.

Yanê qanûna duyem dibêje ku pirtûkek dikeve erdê û eger ku em bixwazin wê pirtûkê ji erdê hilbidî ancax bi hêzeke ji berê pirtir bikarbînî wê bibî cihê xwe yê berê.

  • Ew sedema kevnbûnê û pîrbûnê ye.
  • Enerjiya herî bêpergal tîn e. Rojekê dê bê her enerjî dê bibe tîn û ev jî tê wateya dawiya gerdûnê ye.
  • Di parqekî de bezekê 100m yî tê kirin.Di vê bezê de enerjiyê ku ji aliyê bezvan ve hatiye mezixandin tu car nayê bikaranîn. Ha ji vê enerjiyê re entropî tê gotin.

Qanûna sêyem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev qanûn der barê sifira rût de hin agahî dide. Ev qanûn heta sifira rût sarkirina madeyekê çima negengaz e ji me re dibêje. Li gorî vê qanûnê madeyek bigihîşe sifira rût ev made dibe têkûz. Yanê wek nimûne em karin motorên erebeyan bidin. Di nûqteya sifira rût de motorên erebeyan ji sedî sed berdarî ve dişixule. Lê belê germiya odeyê de motorên erebeyan ji sedî 20-40 berdarî ve dixebite.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]